Ji bo Kelekçîler bangî dadgehê kirin: Serbest berdin 2019-01-05 15:24:58 STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 354’emîn de balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ugûr Selman Kelekçîler û bang li dadgehê kirin ku Kelekçîler di danişîna wî ya dê  di 14’ê Çile de bê dîtin de, berdin.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 354’emîn ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya ÎHD’ê ya li Taksîmê çalakiya “Rûniştina F” li dar xistin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mûsa Pîroglu û gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û pankarên “Mafê dermankirinê nayê asteng kirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin. Parazvanên mafên mirovan di çalakiya vê heftê de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşîna giran ê şizofrenê û ji sedî 45 rapora wî ya astengdariyê heyî Ugûr Selman Kelekçîler.    ‘BI SEDAN GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’   Endamê Desteya Rêveberiya ÎHD’ê yê Stenbolê Ferît Barût, daxuyaniya vê heftê xwend û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş hene.  Ligel ku raporên wan ên ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’ ên ATK’ê jî  hene dîsan nayên berdan û terkî mirinê hene kirin. Yek ji van girtiyên nexweş Ugûr Selman Kelekçîler e. Kelekçîler di sala 1989’an de li Amedê hat dinê û di dema lîsê de dest bi tedawiya nexweşiya derûnî dike. Nexweşiya giran a şizofrenê û ji sedî 45 rapora Kelekçîler a astengdariyê heye.  Kelekçîler ji bo nexweşiya xwe ne dikarî bixebite û ji bo ku debara xwe bike li Sanayî ya Amedê sîmît difirotin. Kelekçîler di 28’ê Adara 2018’an de, di operasyona li dijî Çapxaneya Gun de bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê û propagandeya rêxistinê kirin’ hat binçavkirin û girtin.    ‘WEKE MIRIYEKÊ DIJIYE’   Barût, anî ziman ku Kelekçîler ê birin Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 a Sîlîvrî weke miriyekê ku dijiye û wiha bilêv kir: “Her roja diçe rewşa wî xerabtir dibe. Êdî zirarê dide xwe û kesên derdûra xwe. Parêzerên wî yên xwestine parastina wî pêre amede bikin jî, nekarine hevdîtinek bi tendurist bikin.”     BANG LI ŞANDEYA DADGEHÊ KIRIN    Barût, da zanîn ku Kelekçîler, bi awayekê bêhiqûqî bi mehane di girtîgehê tê girtin û wiha bi dawî kir: “Em bang li şandeya dadgehê dikin ku Kelekçîler berde. Danişîna Kelekçîler dê di 14’ê Çile de li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin û em dixwazin di vê danişînê de bê berdan.”   Piştî axaftina Barût, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bila Ugûr Selman Kelekçîler bê berdan” û “Tecrît dikuje, piştevanî mezin dike” bi dawî bû.