Xizmên Windayan: Bila daxwaza Leyla Guven bê qebûlkirin 2019-01-05 15:10:02 NAVENDA NÛÇEYAN – Şaxên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun xwest daxwaza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 59 roj in di greva birçîbûnê de ye bînin cih.  Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 517’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya komeleya xwe li dar xist. Gelek nûnerên rêxistinên civakî, rêveberên partiyên siyasî û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Yavuz Kayran ê di sala 1995’an de bi îdiaya ji Tabura Sînor a 1’emîn reviyaye û heta îro agahî jê nehatiye girtin pirsîn.    ‘DIVÊ DAXWAZA LEYLA GUVEN BÎNIN CIH’    Di çalakiyê de ewilî Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî û diyar kir ku têkoşîna xizmên windayan têkoşîna hevrûbûna bi rabûrdûyê re û heqîqetê ye. Zeytun bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd bi awayek bêhiqûq didome. Ev tecrîd li dijî hiqûqa navnetewî ye. Niha bi sedan girtî di li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya Leyla Guven gihîşt roja 59’emîn. Divê demildest daxwaza Leyla Guven bînin cih.”    LI AQÛBETA KAYRAN HAT PIRSÎN    Rêveberê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Yavuz Kayran ê di sala 1995’an de bi îdiaya ji Tabura Sînor a 1’emîn a Kîlîsê reviyaye û heta îro agahî jê nehatiye girtin xwend û li aqûbeta wî pirsî.    ÊLIH    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan bi heman dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya komeleyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Di çalakiyê de ewilî parlamenter Başaran axivî û sê jinên siyasetmedar ên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyê di 5’ê çileya 2016’an de hatin kuştin bi bîr anî û got: “Em soza bilindkirina têkoşîna her sê hevalên xwe didin.”    MEHMET GULER 22 SAL WINDA YE    Piştî Başaran, rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ercan Başar daxuyaniya hefteya 423’yemîn xwend çîroka windabûna Mehmet Guler ê di 1’ê kanûna 1997’an de li Êlihê hat windakirin xwend. Başaran got li Êlihê 513 cînayetên ne diyar hatin kirin û yek ji van jî Mehmet Guler bû û tevî hemû hewldan û serlêdanên malbatê jî ji zarokê xwe agahî nagirin.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 463’yemîn de li navçeya Konakê çalakiya xwe dewam kir. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe yê di sala 1996’an de dema nûçe dişopand hat kuştin di salvegera 23’yemîn de bi bîr anî.    LI AQÛBETA EFEOGLU PIRSÎN   Vê hefteyê çîroka Alî Efeoglu yê di 5’ê çileya 1994’an de li navçeya Pendîkê ya Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin hat xwendin û li aqûbeta Efeoglu pirsîn.