Komîteya Partiyên Siyasî: Partiyên bê rûhset dikarin buroyên xwe vekin 2019-01-05 14:39:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî li ser xwesteka însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo diyalogên kurdî-kurdî werin çêkirin, daxuyaniyek da û diyar kir ku partiyên siyasî yên ku rûhsetên xwe ji Rêveberiya Xweser wernegirtine, dikarin ji 5`ê Çileyê ve buroyên xwe vekin.   Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser li buroya Meclisa Zagonsaz a bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist. Piraniya dezgehên çapemeniyê tev li civînê bûn. Di civînê de daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo ve bû bi zimanê kurdî ji aliyê hevserokê Desteya Karûbarên Hundrîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:   “Ji bo berjewendiyên niştimanî, pêkanîna însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo rewşên baş ji bo diyalogên kurdî-Kkurdî were avakirin, helwestên neteweyî beramberî dozên ku ji aliyê Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ve hate derxistin, ev biryar hatin dayîn.   1 - Hemû partiyên siyasî yên ku ruxsetên xwe ji Rêveberiya Xweser wernegirtine, dikarin buroyên xwe vekin.   2 - Divê aliyên peywendîdar li gorî naveroka biryaran tev bigerin.   3 - Biryar li ser hemû dezgehên çapemeniyê tên belavkirin û ji 5`ê Çileya 2019`an ve dikevin meriyetê.   Biryara ku partiyên siyasî yên neruxsetkirî buroyên xwe vekin, li ser banga KNK`ê – Rojava hate dayîn da ku rewşeke baş ji bo hevdîtineke Kurdistanî li dijî gefên dewleta Tirk were avakirin û hemû tevgerên siyasî yên kurdî li Rojava yekitiya xwe ava bikin.”