Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş: Divê saziyên cemawerî înîsiyatîf bigirin 2019-01-05 14:33:50   ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya hefteya 227’an de, bang li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê kirin ku înîsiyatîfê bigirin.      Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya hefteya 227’an li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHA) ê ya Enqerê pêk anîn. Endamên ÎHD’ê yên beşdarî çalakiyê bûn pêşmalkên “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî” li xwe kirin. Li ser navê Înîsiyatîfê Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.   ‘DI 2 SALAN DE 28 GIRTIYÊN NEXWEŞ JIYANA XWE JI DEST DAN’   Çevîrmen, diyar kir ku di girtigehên Tirkiyeyê de 264 hezarî zêdetir girtî û hikûmxwar hene. Çevîrmen, da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî pir zêde bûne û wiha axivî: “Bi her awayî binpêkirinên mafan li girtîgehan tên jiyîn. Dîsan di girtîgehan de hejmara miriyan jî zêde bûne. Tenê di salên 2017 û 2018’an de 48 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku girtiyên nexweşîna pençeşêrê, Behçet û kronîk baş nayên derman kirin, jiyana xwe ji dest didin. Divê neyê ji bîr kirin ku girtî çiqas baş bên dermankirin, dê ewqas jî rîska wan a mirinê kêm bibe.”   ‘DIVÊ SAZIYÊN CEMAWERÎ ÎNÎSIYATÎF BIGIRIN’   Çevîrmen, da zanîn ku li girtîgehan girtiyên ji sedî 90 astengdar hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serlêdanên ji bo ku girtî bên dermankirin jî bê encam dimînin û bersiv nayê dayîn. Divê Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê înîsiyatîfê bigirin û dimil dest girtiyên nexweşîna giran bên berdana.”