'Eger rapora der barê qeyûm de ji bo şaredariyên DBP'î hatibûna amadekirin em ê bihatana girtin' 2019-01-05 09:26:35 RIHA - Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, rapora teftîşkirinê ya taybet a Wezareta Karên Navxweyî der barê Şaredariya Wêranşarê de amade kir nirxandin û got: "Eger ev rapor ji bo me hatibûna amadekirin, em ê bihatana girtin."  Mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî, der barê îcraatên Şaredariya Wêranşara Rihayê ya qeyûm tayînî wê hat kirin de raporek amade kirin. Mufetîşan di rapora xwe de diyar kir ku berê şaredarekî partiyekê şaredarî bi rê ve dibir, lê belê niha şaredarî bi hemû derfet û karmendên dewletê tê birêvebirin loma diviya pirsgirêk bihatana çareserkirin lê belê tişta dihat hêvîkirin nehatiye kirin û bi awayekî berbiçav dixuyê ku tu ferq di navbera berê û niha de tune ye. Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin rapora mufetîşan nirxand.    'TESCÎLKIRINA BINKETINÊ YE'    Cîn, anî ziman ku berî qeyûm bê tayînkirin dewletê ji bo wan digot "Nikarin şaredariyê bi rê ve bibin, ji bilî şaredarîvaniyê her tiştî dikin." Cîn diyar kir ku lê belê di Rapora Teftîşkirinê ya Taybet a Wezareta Karên Navxweyî de, tevî hemû derfet û karmendên dewletê jî qeyûmên hatine tayînîkirinê nikaribûne şaredariyê bi rê ve bibin û bi vê raporê binketina wan a di şaredariyan de hatiye tescîlkirin. Cîn, anî ziman ku ev rapor di heman demê de lixwemikurhatin e jî.    ‘DI DEMA ME DE TU NELIRÊTÎ NEHATIN DÎTIN'    Cîn, anî ziman ku wexta ew li ser kar bûn tevî hemû kêmasî û bêderfetiyan jî wan dîsa xizmeta gel kiriye. Cîn, destnîşan kir ku dema ew li ser kar bûn wan gelek tişt kiriye; wan di nav navenda çandê de hawizê avjeniyê, komplekseke sporê ya mezin, kompleksa otogarê, bazara genim çêkiriye. Cîn, da zanîn ku wexta ew li ser kar bûn şaredarî tim hatiye kontrolkirin, lê belê tevî hemû kontrolan dîsa jî tu nelirêtî nehatiye dîtin.    ‘EGER EV RAPOR YA ME BÛNA EM Ê BIHATANA GIRTIN'    Cîn, diyar kir ku qeyûmê Wêranşarê mecbûr e diyar bike ka pereyê şaredariyê ji bo çi xerc kirine û got: "Di dema me de deyn tune bû. Di kaseya me de nêzî 9 milyon lîre pere hebû. Tu saziyeke dewletê kredî nedida me. Diviya Bankeya Îllerê kredî bidana me, lê nedida. Me bi derfetê xwe gelek karên xweşik kir. Me di sala 2016'an de komplekseke sporê ya mezin çêkir. Wê çaxê 3 mehan carekê mufetîş dihatin, lê tevî hemû lêkolînan jî li şaredariya me nelirêtî nedidîtin. Eger ev rapor ji bo me hatibûna amadekirin, em ê bihatana girtin. Lê mixabin rêveberiya qeyûm hîn jî li ser kar e."    'HIQÛQ TUNE YE'    Cîn, anî ziman ku rêveberiya qeyûm bêhiqûqîtî kirine û got: "Tê gotin îhale hatine kirin, erse hatine firotin. Divê ev hemû bi biryara meclîsê bibin. Lê belê meclîs hatiye fesixkirin. Organa biryardayînê ya şaredariyê meclîs e. Bêyî meclîsa şaredariyê çawa çêdibe ku biryarek wisa tê girtin? Ev pere çawa hatiye transferkirin, erseyên şaredariyê çawa hatine firotin, ev hemû prisgirêk in. Wê bêhiqûqîtiyên qeyûman piştî hilbijartina 31'ê Adarê bi berfirehî bên nîqaşkirin."