Li DÎSA-DER'ê eleqeya ji bo kursên ziman 2019-01-05 09:22:52 WAN - Li DÎSA-DER'ê kursên kurdî, îngilîzî û farisî tên dayîn. Rêvebirin komeleyê ji bo kursan bang li hemû welatiyan kirin.  Komeleya Lêkolînê ya Ziman Çand û Hunerê (DÎSA-DER) bi kursên ziman dest bi sala nû kir. Di sala nû de li DÎSA-DER'ê kursên kurdî, îngilîzî û farisî tên dayîn. Hevserokên komelyê Evîn Adîn û Salîh Serkal hemû welatiyan vexwadin kursên ziman.    ‘DIVÊ MIROV PÊŞÎ HÎNÎ ZIMANÊ XWE BIBE'    Hevserokê Komeleyê Salîh Sertkal, diyar kir ku komeleya wan di Mijdara 2018'an de hatiye vekirin û niha li komeleyê kursên kurdî, îngilîzî û farisî didin. Serkal got: "Pêşiya zimanê kurdî tim tê girtin û zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Piştî Kurdî-Der bi Rewşa Awarte hat girtin, em kurdîhez, mamoste û xwendekar hatin cem hev û me DÎSA-DER vekir. Tenê ne kurdî, astengkirina hînbûna hemû zimanan cihê şermê ye. Divê kurd jî, tikr jî û îngilîz jî hînî zimanê xwe bibin. Lê belê divê mirov pêşî hînî zimanê xwe, paşê hînî zimanê din bibe."    Her wiha Sertkal bi bîr xist ku piştî kongreya wan mamosteyên wan hatine girtin, lê belê dîsa jî xebatên wan didomin.    ELEQEYA JI BO KURDΠ   Hevseroka DÎSA-DER'ê Evîn Adîn jî, da zanîn ku 2 meh in kursên wan ên ji bo ziman dest pê kirine û niha bi dehan kes tên kursên wan. Adîn, destnîşan kir ku bi taybetî jî eleqeya ji bo kursên kurdî zêde ye û got: "Me jî li ser daxwazên piranî kursên kurdî dan destpêkirin. Li van kursan asta destpêkê, asta yekemîn, asta duyemîn, asta sêyemîn û asta mamostetiyê heye. Malbat dixwazin zarokên wan bi kurdî biaxivin, loma me asta destpêkê ji bo zarokan vekir. Niha hindik maye asta destpêkê ya ji bo zarokan biqede. Heta niha gelek kesan ji bo kursan qeydên xwe çêkirine."    Adîn, anî ziman ku wekî DÎSA-DER'ê armanca wan ew e ku di 2019'an de perwerdehiya zimanê kurdî bidin bi hezaran kesî û her wiha ji bo zimanê kurdî gelê Wanê zêde daxwaz dike. Adîn got: "Em ê bi serkeftinî vê yekê pêk bînin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li mamsoteyên xwe û zimanê xwe derkevin. Berê perwerdehî li Kurdî-Derê dihat dayîn, lê piştî ew hat girtin 2 salan perwerdehî nehat dayîn. Em dixwazim vê kêmasiyê ji holê rabikin. Daxwaza me ew e ku gelê Wanê destekê bide me û ji bo zimanê kurdî bên komeleyê û tev li kursan bibin."