Ji ber got 'faşîzma qesrê' ji 301'ê doz lê hat vekirin 2019-01-05 09:13:23 EDENE - Li Edeneyê ji ber Hasan Kocaman ê DBP'î di daxuyaniya xwe ya ji bo operasyona Efrînê de got "faşîzma qesrê", di çarçoveya maddeya 301'ê de der barê wî de doz hat vekirin.  Li Edeneyê, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ji ber daxuyaniya der barê operasyona Efrînê de der barê Alîgirê Hevserokatiya DBP'a Edeneyê û Serokê Komeleya Jiyana Nû ya Edeneyê Hasan Kocaman de îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Cezayê Asliye ya 27'an a Edeneyê ve hat qebûlkirin û Kocaman di çarçoveya maddeya 301'ê "Bi awayekî aşkere kêmxistina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" hat tawanbarkirin.    Di 10'ê Sibata 2018'an de HDP'a Edeneyê û Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê li acahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê der barê operasyona Efrînê de daxuyanî dan û di heman rojê de der barê daxuyaniyê de lêpirsîn hat destpêkirin. Dozgeriyê di îdianameyê de diyar kir ku "Operasyona Efrînê ya Hêzên Çekdar a Tirk hatiye protestokirin" û hat derpêşkirin ku Kocaman ê metna daxuyaniyê xwendiye sûc kiriye.    'JI BER GOT 'FAŞÎZMA QESRÊ' HAT TAWANBARKIRIN    Di nav metna daxuyaniyê de gotinên "Em dizanin ku ev ne biryareke hiqûqî ye. Ev bi tevahî biryareke siyasî ya faşîzma AKP'ê ye", "Divê faşîzma AKP û MHP'ê baş zanibin ku di dîrokê de tim kesên berxwedêr gotina dawî dibêjin. Îktîdara qesrê li hundur zextên xwe zêdekirine û li derve jî pişta xwe dide şer û vê yekê kûrtir dike" û "Faşîzma Qesrê" cih girtin û ev gotin wekî sûc hatin nirxandin.    Piştî îdianameya dozgeriyê, Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 27'an a Edeneyê di çarçoveya maddeya 301'ê bi îdiaya "Bi awayekî aşkere kêmxistina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" doz li Kocaman vekir.    Danişîna ewil a dozê wê di 27'ê Sibata 2019'an de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 27'an a Edeneyê pêk bê.    MA / Hamdullah Kesen