ÎHD: Li Wanê di 2018’an de 9 hezar û 234 binpêkirina mafan qewimî 2019-01-04 16:23:07 WAN – Şaxa ÎHD’ê ya Wanê rapora binpêkirin mafan a 2018’an aşkere kir. Li gorî raporê di salekê de li Wanê 9 hezar û 234 binpêkirina mafan pêk hatine.  Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Wanê têkidlarî binpêkirina mafan a sala 2018’an rapor amade kir û raporê li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir.    Di civînê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Murat Melet axivî û çalakiya Leyla Guven bibîr xit û got her roja ku diçe piştevaniya ji bo Guven berbelav dibe. Melet diyar kir ku divê her kes deng bide dengê çalakiya Guven û got: “Divê desthilatdarî demildest bersivê bide vî dengî. Daxwaz demorkatîk e. Em dixwazin tecrîdkirina birêz Ocalan bê bidawîkirin.”    ‘9 HEZAR Û 234 BINPÊKIRINA MAFAN QEWIMÎ’   Piştî axaftina Melet, Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Servet Ertak raporê xwend û diyar kir ku pirsgirêkên aboriyê yên demên dawî li Tirkiyeyê rê li ber binpêkirina mafan a nû vekiriye û di sala 2018’an de herî kêm 9 hezar 234 binpêkirina mafan qewimiye.    Li gorî daneyên ÎHD’ê rapora binpêkirin mafan wiha hat rêzkirin:    "* Cînayetên kiryar nediyar ên edlî: 5   * Penaberên jiyana xwe ji dest dan: 3   *Rêveberên herêmî yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest da: 1 (Keyayê taxa Ilicak a navçeya Elbakê)   * Hêzên ewlehkariyê yên jiyana xwe ji dest dan: 3   * Endamên rêxistinê yên jiyana xwe ji dest dan: 10    MIRINÊN BI GUMAN    * Jin: 1 (Jinek 25 salî cenazeyê wê di Gola Wanê de hat dîtin)   * Zilam: 1 (Li qeraxê Gola Wanê cenazeyê wî ku gule ji serê xwe xwaribû hat dîtin)   * Zarok: 1 (Cenazeyê Berîvan T. ya 17 salî li qeraxê Gola Wanê hat dîtin)   * Întîxarên jinan: 1   * Jinên di nav malbatê der rastî şidetê hatine: 2   * Întîxarên zarokan: 1   * Zarokên di nava malbatê de rastî şidetê hatine: 1 (Li Bêgirê cenazeyê pidikekê li newalê hat dîtin)   * Cenazeyên endamên rêxistinê yên nedane malbatên wan: 3 (Malbatan serî li komeleya me dane)   * Li girtîgehê îşkence û muameleya xerab: 11   * Li şûna binçavkirinê îşkence û muameleya xerab: 1   * Tehdîta revandinê û sîxûriyê: 3 (Bi awayek takekes serî li komeleya me dane)   * Xwepêşandan û çalakiyên hatine qedexekirin: Di serdema OHAL’ê de mehek sax hemû xwepêşandan û meş ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin. Her çiqas navê OHAL’ê bi awayek fermî qediyabe jî lê qedexekirin bênavber dewam dike.)"