Leyla Guven dê beşdarî şîna dayika xwe bibe 2019-01-04 16:00:59   AMED – Destûra Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 58 roj e di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye beşdarî şîna dayika xwe bibe hat dayîn.    Dayika Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 58 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven vê sibehê jiyana xwe ji dest dabû. Parêzeran ji bo Guven dikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe serî li Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dabûn. Miduriyetê bersiva erênî da serlêdanê.    Hat ragihandin Miduriyetê daxwazê şandiye Serdozgeriya Komarê ya Amedê û serdozgeriyê jî destûra beşdariya şînê daye Guven.    Piştî nêrîna bijîşkan a ku dê Guven ji ber tenduristiya xwe dikaribe rêwîtiyê bike an na dê diyar bibe ka Guven beşdarî şînê bibe an na.    Parêzeran ji ber tenduristiya Guven xwestin rêwîtî bi balafirê pêk were. Ev du roj e li Amedê ji ber mijê dijwar seferên balafiran hatine betalkirin. Ji ber ku balafir nikarin rabin endîşeya dîtina balafirê derket holê. Hat zanîn ku parêzeran xwestiye dema rêwîtiyê bijîşkek û parêzerek refaketê ji bo Guven bikin.