Mijara Idlibê danîn ser masa Tirkiye: Şer dest pê kir 2019-01-04 14:58:20   ÎDLIB – Hat diyar kirin ku Tirkiye di hevdîtina dawî ya li Stenbolê bi Rûsya re pêk anî, erka ku Idlibê paqij bike danîn ser maseya wê. Hat diyar kirin ku piştî peywira an "Eniya Rizgariya Neteweyî" û HTŞ' xelas bike an jî lawaz bike dan Tirkiye, Tirkiye ket nava tevgerê û 3 rojin şer didome.    Tirkiye di vê pêvajoya ku gefan li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriye yê gelê ereb, kurd, ermenî û tirk di nava hev de dijîn dixwe de, li Idlibê alozî û pevçûnan dest pê kir. Piştî ku Tirkiye, Rûsya Îran û Sûriye li ser Idlibê li hev nekirin niha şer û pevçûnên dijwar pêş dikevin. Hat zanîn ku li herêma ku hêzên Îran, Rûsya û Sûriye lê heye û herêma hêzên Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) (El Nusra) û OSO lê heye şerekî dijwar dimeşînin.    Li Idlibê ku gelek komên çekdar lê kom bûne, piştî gelek civîn û hevdîtinan niha şerekî dijwar pêş dikeve. Piştî komên çekdar ên rêxistinên cuda tev li bajarê Idlib kom bûn û Idlib ji bo xwe kirin barageh, DYA, Fransa, Almanya, Îngiltere û Îsrail ji di navde gelek hêzên navneteweyî xwestin mudaxale bikin û xwestin bibin xwedî gotin. Piştî hêzên derve jî tev li vî şerî bûn aloziya navbera wan xur bû. Destûr nedabûn ku Rusya û Sûriye li dijî vê herêmê operasyonê pêk bînin. Di pêşengiya DYA û Rûsya de peyman hatibû îmzekirin. Hêzen navneteweyî yên ku ji Rusya, Fransa, Almanya û Tirkiye pêk dihatin li Stenbolê zîrveya 4 alî pêk anîbûn. Hêzên derve ji Tirkiye xwestibû ku hêzên çekdar ji Idlibê paqij bike. Ji Tirkiye xwestibûn ku komên radiqal ên selefî ji herêmê paqaj bike. lê Rêveberiya Tiriye ji bo Idlibê paqij bike rewşa Minbicê kir rojeva xwe û xwest rojevê biguherîne. Tirkiye bi rewşa Minbicê xwest peymana Idlibê bide ji bîr kirin. Mijara Minbic û Babê disa xist rojevê. Lê piştî Tirkiye erka xwe pêk neanî, dîsa şer û pevçûnên li herêma Idlibê zêde bû.    Piştî Tirkiye di hevdîtina dawî ya li Stenbolê bi Rûsya re pêk anî, peywira an "Eniya Rizgariya Neteweyî" û HTŞ' xelas bike an jî lawaz bike dan Tirkiye, Tirkiye ev pêk neanî. Hat zanîn ku Tirkiye di rojê dawî de ket nava tevgerê û 3 rojin şer didome. 12 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiye di nava axa Idlibê de hene. Li vê herêmê koma herî mezin a selefî ya HTŞ û "Eniya Rizgariya Neteweyî" dest bi şerê navxweşî kirin. 3 rojin bi awayekî dijwar şer didome. -Hat diyar kirin ku HTŞ'ê nokteyên çavdêriyê yên Tirkiye xistine û herêma Daret Îzza ya Sinorê Efrîne bi dehan gund ji komên din xelas kirine.    Hat zanîn ku şer li herêma Halep, Hama û  Lazkiye jî belav bûye. Li aliyê din esker3en Rejîma Sûriye jî li dijî Partiya Îslam a Turkistanê operasyonên nokteyî pêk tîne. Balafirên Rûsya jî komên li herêmê bombe dike."    Komên ku ji Ehrar El Şam, Nureddin Zengi, Feylak El Şam, Ceyş El Nasr, Ceyş Îdlib, Tumena Sahîl a Yekemîn, Tumena Sahîl a Duyemîn, Fevc El Evvel, Ceyş El Sani, Ceyş El Nuxbe, Şuheda El İslam Deraya, Firket El Hurriye, Firka 23’emîn û gelek komên din ku di bin baneya "Eniya Rizgariya Neteweyî" de kom bûn, li dijî HTŞ'ê windaniyên mezin dan. Hat destnîşan kirin ku yên şer dan destpêkirin Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MİT) e. Li aliyê din heta niha TSK jî tev li pevçûnê nebûye. Li gori peymanê Tirkiye tê tasfiyekirin.    Rusya li dijî komên çekdar ên li Idilbê êrîşên hewayî pêk tîne. Hêzên Rejîmê jî ji bejayî bi topan êrîş dike. Hat destnîşan kirin ku di şer de heta niha 150 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi sedan kes jî dîl hatine girtin.      MA / Nazım Daştan