HDP'ê ji bo Cevriye Guven sersaxî xwest 2019-01-04 13:48:09 ENQERE - HDP'ê ji bo dayika Leyla Guven, Cevriye Guven sersaxî xwest û got: "Em ji bo ku dayik di nava aştî û aramiyê de û li ba hezkiriyên xwe bijîn, têdikoşin." Dayika Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku 58 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Cevriye Guven (94) jiyana xwe ji dest da.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo dayika Leyla Guven, Cevriye Guven peyama sersaxiyê parve kir. HDP'ê di peyamê de ragihand ku ji ber Cevriye Guven jiyana xwe ji dest daye gelek xemgîne û wiha got: "Leyla Guven berî ku dayika xwe bibîne dayika wê jiyana xwe ji dest da. Ev yek jî şerma vî welatî ye. Em ji bo ku dayik di nava aştî û aramiyê de û li ba hezkiriyên xwe bijîn, têdikoşin."