‘Kurdên ku ne bê çare ne eyar dan DYA'yê' 2019-01-04 12:57:40 ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Mustafa Pekoz vekişîna DYA ya ji Sûriye û geşedanên li herêmê nirxand. Pekoz, diyar kir ku kurd bi dîplomaya pêş dixin nîşan dan ku ne bê çare û bê alternatîf in û eyarek zirav dan DYA'yê.    Serokê DYA'yê Donald Trump di 20'ê kanûnê de li dijî DAÎŞ'ê serkeftin îlan kir û daxuyaniya "Em ji Suriye vedikişin' da. Piştî daxuyaniyê niqaş li ser rewşa Rojava û Sûriye zêde bûn. Têkildarî mijarê Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Mustafa Pekoz ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nixnadin kri.    Pekoz, anî ziman ku divê daxuyaniya Trump  a çerqkirinê pir alî bê nirxandin û wiha got: "Stratejiya Trump ne tenê bi geşadên li Sûriye ve girêdayî ye. Çawa ku Trump hat ser kar diyar kir ku hemû lêçûnên NATO ji aliyê wan ve tê pêşwazîkirin û peyam da Almanya. DYA dixwaze li hemû welatên cîhanê li gel serdestiya xwe ya eskerî serdestiya xwe ya abori jî ava bike. Vekişîna Trump a ji Sûriye jî divê bi vê çarçoveyê de bê nirxandin. DYA dixwaze hêza xwe eskerî bikişîne welatên ku encamen aboriye lê heye. Trump dixwaze li gorî hevsengiyên herêmê gavan bavêje. DYA dixwaze peyama 'Ger ku ez ne li Rojhilata Navîn bim dê hemû hevsengî ser û bin bibe' bide. Dixwaze bêje 'Ez li vir hevsengî û aramiyê pêş dixim' Bi rengekî din gefan dixwe. Hin klîkên nava DYA'yê hedefa wan a sereke welatên Pasifik û Asya Dûr e. Efrîqa li Nava Navendê hêzek mezin e. DYA dixwaze li dijî vê hêzê raweste."     ‘BIRYARÊN SÛRIYE BERJEWENDIYÊN DYA LI NAVA HEV DIXE'   Pekoz, da zanîn ku biryara veşikîna ji Sûriyeyê dê berjewendiyên demdirêj yên DYA ser û bin bike û wiha axivî. Trump ji vê biryara xwe çerq kiriye. Serweriya li Rojhilata Navîn tenê di milê çekdarî û eskerî de pêş nakeve. Mileki din serweriya çavkaniyên enerjiyê ye. Li gorî daneyan li Cîhanê ji sedî 63 çavkaniyên enerjiye li herema Rojhilata Navîn e. Di nava vana de Îran jî heye. Vekişîna ji nişka ya DYA dê wê têxe nava zerarek mezin.    KURDAN EYAR DA DYA      Pekoz, herî dawî bal kişand ser hêza kurdan a li herêmê û wiha bi dawî kir: "Kurd ji destpêka şerê lie Sûriye heta niha nîşan dan ku ne bê çare û ne bê alternatif in. Kurdên ku ne bê alternatif in eyar dan DYA. Pişti biryara DYA ku ji Sûriye vekişe, kurdan bi Esad û Rusy re dest bi diplomasiyê kirin. Vê hamleya kurdan DYA xist nava fikaran. Kurdam bi dîplomasiya bi Rûsya û Esad re eyarek da DYA. Di vê mijarê de Senetorê Komarparêz Graham got ‘Kurd ên mutefîkên me ger ku nêzî Rusya ango Esad û Îranê bibin, Ev ji bo me şaşiyek mezin e.' Ev nîşan dide ku DYA ketiye nava fikaran. Îran li Sûriye xwedî hêz e. Rusya jî ji bo ewlehiyê xeter e. Îran li Derya Spî hêzek jeopolitik e. Ev jî tê wateya ku ev yek dê bibe sedem ku Rusya li herêmê serweriyê bi dest bixe. Ji ber vê yekê daxuyaniya YPG’ê bû sedem ku DYA ji nûve biryarê bide. Li ser vê yekê DYA diyar kir ku dê vekişina xwe li demê belav bikin.  Îktîdara AKP'ê soza ku DAIŞ'ê xelas bike da Trump. Lê êdî kes ji vê yekê bawer nake.    JI BO TIRKIYE LI DIJÎ DAÎŞÊ ŞER BIKE AN DIVÊ RÊYA HEWAYÎ VEKE, AN JÎ DI RÊYA BEŞAÎ RE DERBAS BIBE   Ji bo Tirkiye li dijî DAIŞ'ê operasyonê pêk bîne, rêya yekem divê rêya Hewayî li Tirkiye vekin. Di navbera Tirkiye û cihê ku  operasyon lê pêk bê 250 kilometre rê heye. Rêya duyemîn jî divê di bejayî re operasyonê pêk bîne. Niha têkevin Minbicê nabe. Ji ber ku piştî Menbicê YPG heye. Li jêra wê jî hêza Esad heye. Hem hêza Esad û hem jî hêza YPG ji bo Tirkiye astengî ye. Ji ber vê yekê dê di ser Kobanê, Serêkaniyê an jî Qamişlo re destûra operasyonê bixwaze. Lê kes vê pêşniyarê qebûl nake. Trump, dê ji Tirkiye re bêje '‘Te got ezê DAIŞ'ê paqij bikim. Lê te ev nekir. Lê niha DAIŞ ket nava tevgere. Ev xuya dike ku tu nikare vî karî bike.' Tirkiye dê bi vê yekê dîsa têkeve nava pirsgirêkan."    MA / Selman Guzelyuz