Qeyûmê Mêrdînê keya kom kirin û ji AKP’ê re deng xwest 2019-01-04 11:35:51 MÊRDÎN – Li Mêrdînê hemû qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin bi keyayan re civîn li dar xistin. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman “kiryariyên” xwe vegot û ji AKP’ê dengan xwest.  Li Mêrdînê duh bi organîzasyona qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Walî Mustafa Yaman bi beşdariya hemû qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatine kirin bi keyayên li herêma Mêrdînê re civîn hat lidarxistin. Civîna di bin navê “Civîna keyayan” de li Navenda Çandê ya Ataturkê pêk hat. Keyayên wek qeyûm tayînî şûna keyayan hatin kirin, midûrên polîsan, fermandarên eskeran, Rêveber û wekîlên AKP’ê yên Mêrdînê. Namzetê Şaredariya Mêrdînê yê AKP’ê Vejdî Kahraman û bernamzetên navçeyan ên AKP’ê beşdarî civînê bûn.    Di civînê de qeyûm û walî Mustafa Yaman behsa “kiryariyên” xwe kir û HDP’ê li vir “terorîze” kir. Yaman ê ku behsa kiryarên qeyûman nekir û ji keyayan ji bo AKP’ê dengan xwest.