Dayika Leyla Guven jiyana xwe ji dest da 2019-01-04 11:06:52 AMED – Dayika Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 58 roj e li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven jiyana xwe ji dest da.    Dayika Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 58 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Cevriye Guven vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Cevriye Guven a 92 salî ji ber temenê xwe li mala xwe ya li Konyayê jiyana xwe ji dest da û dê li taxa Yapali ya navçeya Cîhanbeylî bê veşartin.    PARÊZER DÊ SERLÊDANÊ BIKIN    Parêzerên Leyla Guven di saetên pêşiya me de dê biçin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û dê ji Guven re ragihînin ku dayika wê jiyana xwe ji dest daye. Parêzer ji bo Guven dikaribe beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe dê serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bidin.    WÊ DEMÊ JÎ GIRTÎ BÛ   Leyla Guven dema ji Doza Sereke ya KCK’ê jî girtîbû di 15’ê çileya 2011’an de bavê wê Haci Guven jiyana xwe ji dest dabû.