‘Dixwazin hafizeya herêmê tune bikin’ 2019-01-04 10:57:02   AMED – Nivîskar-rojnameger Ozgur Amed diyar kir ku li bajarên herêmê li dijî tunekirina hafizeya û xelaskirina cihên hafizeyê hewldanek mezin heye. Civaknas Rojda Yildiz jî anî ziman ku bi tunekirina cihên dîrokî re dixwazin hebûna kurdan jî înkar bikin.    Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, ji nû ve pêvajoya tundû û şer dest pê kir. Gelek warên jiyanê hatin dem û dûzkirin. Şûnwarên bi tescîl ên dîrokî hatin hilweşandin û rûxandin. Gelek goristan hatin bombebarankirin. Li gel van kirinan piştî qeyûman tayînî şaredariyan hatin kirin polîtîkaya li dijî tunekirina hafizeya kurdan dest pê kir. Qeyûman navên park û navendên nirxên kurdan li ser jê birin, peykerên nirxên kurdan hilweşandin. Navên mîna ramanger û hunermndên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Dildar, Ayşe Şan û Meryem Xan ji deriyan û dîwaran hatin daxistin.    Li ser êrîşên li dijî hafizeya kurdan û xebatên hafizeyê em bi nivîskar-rojnameger Ozgur Amed û civaknas Rojda Yildiz re axivîn.    ‘KURDBÛYÎN BI BÎR XISTINÊ PÊWÎST DIBÎNE’    Ozgur Amed bal kişand ser şerê li dijî hafizeya kurdan hatiye destpêkirin û got: “Şerê îro li ser tunekirina hafizeyê ye. Ev şerê tunekirina hiş û bîra me ye. Şer li dijî bîra civakî ye. Dema hafize dibe mijar şerê tê dayîn her dem dijwar e. Bûyîna kurd divê bîra wan hebe. Ji bo me wateya demê ev e.”    ‘BI BÎR XISTIN RIZGARKIRIN E’    Amed diyar kir ku ji bo rizgarkirina siberojê di dema niha de derbas dibe û got: “Bi bîr xistin tê wateya rizgarkirinê. Rizgarkirina rabûrdûyê tê wateya guhertina niha. Dîroka ne ji bîrkirinê di heman demê de dîroka hafizeyê ye. Em xwedî erdnîgariyek berfireh in. Li Kurdistanê her tişt bi hafizeyê ve ye. Ji ber vê yekê êrîşek li ser hafizeya wê heye. Dixwazin hafizeyê tune bikin, şûnwarên hafizeyê xelas bikin û remzên hafizeyê tune bikin. Ji bo van pêk bînin hewldanek mezin heye. Dema me tune ye. Hafizeya me ji dest diçe. Divê em xwedî li ax, kevir û şûnwarên xwe derkevin û biparêzin. Her tişta em rizgar bikin dê bibe wesîleya siberoja me.”    ‘DIVÊ HAFIZE ZINDÎ BÊ GIRTIN’    Civaknas Rojda Yildiz jî anî ziman ku ji bo hafize zindî bimîne atolyeyan li dar dixin û got: “Ji bo tiştên tên qewimandin bên telafîkirin divê xebatek bêhempa bê kirin. Aliyê bi bandor ê van atolyeyan jî ew e hafizeyê zindewar bigire. Dema rabûrdûyî wek birînek qet baş nabe. Li ser axa me jî hêj gelek gelek birîn ji bîr nebûne û êşa wan taze ye. Travma êşê heye. Li Tirkiye û Kurdistanê li dijî kurdan, ermenî û elewiyan û gelek mirovan tundiya dewletê didome. Şideta dewletê li dijî hafizeyê didome. Ji bo parastina hafizeya van civakan divê demildest dev ji polîtîkaya tunekirina hafizeyê berdin.”    ‘DEWLET DIXWAZE SÛRÊ BIDE JIBÎRKIRIN’    Yildiz da zanîn ku şerê li Sûrê li ser ji bîr kirinê û bi bîr xistinê pêk hat û didome û got: “Bi taybetî tişta dewletê xwest li Sûrê bike li ser ji bîrkirinê ye. Tevî ku dewlet dixwaze bide ji bîr kirin jî lê bi bîr xistin jî awayekê berxwedanê ye. Sûr bajarek qedîm û hafizeyê ye. Dewlet jî dixwaze vir bide jibîrkirin. Divê li dijî polîtîkaya şer a dewletê ku dixwaze hafizeyê tune bike, li ser berxwedanê mekanîzmayên bi bîr xistinê bên ava kirin.”    MA / Lezgîn Akdenîz