Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ev meşale natefe! 2019-01-04 09:29:09 STENBOL - Dayika Zafer, Halîme Saglam, ku li Girtîgeha Tîpa L a Jimare 5'an a Sîlîvriyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, diyar kir ku kurê wê jê re gotiye: "Me meşaleya xw epêxist. Bila herkes zanibe, heta daxwazên me neyên qebûlkirin wêê ev meşale neyê tefandin."  Li girtîgehên Tirkiye û herêmê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 94 girtiyên li 24 girtîgehên cuda ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin didome. Yek ji kesên di vê greva birçîbûnê de jî Zafer Sahlam (28) e ku li Girtîgeha Tîpa L a Jimare 5'an a Sîlîvriyê ye. Saglam ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye.    Dayik Halîme Saglam, anî ziman ku kurê wê nêzî 3 sal berê hatiye girtin û piştî kurê wê hatiye girtin wan mala xwe ji Wanê aniye Stenbolê. Dayik Saglam got: "Kurekî min li Wanê ye. Loma em geh li Wanê geh li Stenbolê ne. Malbat perçe bûye."    'AGIR BERDABÛ BEDENA XWE'    Dayik Saglam, bi bîr xist ku kurê wê di sala 2017'an de jî bi heman daxwazê ketibû grev birçîbûnê û greva wî 14 rojan dewam kiribû û piştî grevê li girtîgehê agir berdabû bedena xwe. Saglam got: "Hêleke wî bi temamî şewitîbû. Carinan wî pansuman nedikirin. Ji ber agir berdabû bedena xwe 21 cezayê hucreyê lê birîn û nehiştin kes hevdîtinê pê re çêbike."    'ME MEŞALEYA XWE PÊXIST'    Dayik Saglam, destnîşan kir ku kurê wê yekî bibiryar û xweragir e. Sagalm, anî ziman wê roja çarşemê hevdîtin bi kurê xwe re çêkiriye û moralê wî pir baş bûye. Sagalm, bilêv kir ku kurê wê gotiye tevî wî 5 kesên din jî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Dayik Saglam got kurê wê gotiye: "Ez xwedî li vîna xwe derdikevim. Me meşaleya xwe pêxist. Bila herkes zanibe, heta daxwazên me neyên qebûlkirin wêê ev meşale neyê tefandin."    'DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'    Dayika Saglam, destnîşan kir ku tecrîd bandorê li hemû civakê dike û got: "Piraniya vî gelî di girtîgehê de ye û li girtîgehan zext û zorî hene. Em dixwazin dawî li van zextan bên. Niha li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Lê belê çapemenî cih nade wan. Divê di çapemeniya tikr de jî dengê wan bê ragihandin. Divê li meclîsê dengê kesên di greva birçîbûnê de xwe bigihîne gelan û cîhanê. Divê ew azad bibin û mafê xwe bi dest bixin. Divê ev yek bê çareserkirin. Zarokên me yên di greva birçîbûnê de dixwazin dawî li tecrîdê bê. Heta dawî li tecrîdê neyê wê grevên çalakiya birçîbûnê dewam bikin. Vê carê veger tune ye. Dawî çi dibe bila bibe wê bidome. Divê dawî li vê tecrîdê bê."    MA / Melike Ceyhan