Her zivistan nikarin çem derbas bikin 2019-01-04 09:28:19 RIHA - Li Gundê Xerebeya Gura yê navçeya Wêranşarê ji ber li ser Çemê Kazgolê pir nehatiye çêkirin, zivistanê gundî nikarin biçin wî aliyê gund.  Li gundê Xerabeya Gura yê navçeya Wêranşar a Rihayê, wexta dibe zivistan nikarin biçin wî aliyê Çemê Kazgoluyê. Nifûsa gund 170 ye lê belê ji ber li ser çem pir tune ye zivistanê nikarin biçin wî aliyê çem û zozanên xwe bi kar bînin. Şêniyê taxê Salîh Alan, diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve heywanan diçêrîne û bi zorê derbasî wî aliyê çem dibin. Alan destnîşan kir ku tevahiya gundiyan sewalvaniyê dikin, lê belê wexta dibe zivistan ji ber pir tune ye nikarin wî aliyê çem bi kar bînin.    Alan got: "Ji ber pir tune ye, bi salan e em xweşikî nikarin heywanên xwe bibin mêrgên xwe yên li wî aliyê çem. Li wî aliyê çem erdên me yên bi tapo hene. Lê belê em nikarin biçin wî aliyî. Ên li vî aliyî nikarin biçin wî aliyî û yên li wî alî jî nikarin bên vî aliyî. Me xwest em li wî aliyê çem xaniyekî çêbikin, ji bo vê me serî li gelek deveran da. Ji me re dibêjin pêşî xanî çêbikin em ê paşê pirê çêbikin. Ma bêyî pirê em ê çawa kevir, çîmento û malzemeyên din bibin wî aliyî?"    Îmam Çelîk jî, anî ziman ku Şaredariya Rihayê bûye şaredariya mezin lê belê hîn jî rê herî ne, mirov li ser pişta keran avê dikişînin û pira wan tune ye. Çelîk got: "Ji ber pir tune ye em nikarin heywanên xwe bibin wî aliyê çem. Li hin deveran mirov diçin fezayê, lê li cem me hîn jî pir tune ye. Bi salan e rewşa me ev e. Lê belê kargehekê ji bo tesîsa xwe makîneyên kar anî. Ji bo makîne derbasî wî aliyê çem bibin pireke biçûk çêkir. Wexta kemçe derbas nabin em ê heywanên xwe derbas bikin. Lê belê wê çêkirina tesîsê dirêj bajo. Belkî jî ew bi xwe pirê bi kar bînin."