Bijîşk Gul: Divê heyetên serbixwe bên çêkirin 2019-01-04 09:27:35 ÎZMÎR - Bijîşk Zekî Gul, ji bo astengkirina mafê tedawîkirina girtiyên di greva birçîbûnê de got ev îşkenceyeke ku berbelavî demê tê kirin. Gul, destnîşan kir ku ji bo şopandina grevên birçîbûnê divê wekî salên berê heyetên ji bijîşkên serbixwe pêk tên bên çêkirin.  Çaşakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê da destpêkirin di roja 58'an de didome. Her wiha ji 16'ê Kanûna 2018'an ve jî li 24 rojan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 94 girtiyan jî didome. Bijîşk Zekî Gul ku di 20 salên dawî de ji bo çalakiyên greva birçîbûnê di nav heyetên bijîşkên serbixwe yên di bin banê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) de hatin çêkirin cih girtiye, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên niha didomin.    'MUDAXILEKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ YA KES'    Gul, bilêv kir ku her çend greva birçîbûnê ne tibbî be jî lê encamên wêt ibbî ne û texrîbatên ruhî û mêjiyî yên rû didin dikeve qada tibbê. Gul, destnîşan kir ku tenduristî mijareke civakiyî ye, lê belê di demên dawî de wan nikaribûye rasterast çalakiyên greva birçîbûnê bişopînin û got: "Çimkî ji mînakên cîhanê û welatê me dixuyên ku, wexta heyetên sebrixwe tune bin nirxandineke objektîf ne mimkun e. Lê em dikarin bêjin ku; bi qasî em ji çapemeniyê dibihîsin car carinan vîtamînan nadin girtiyan û xwiya tê pêşniyarkirin nadin. Eger ev yek rast me, nexwe ev tişt tê wateya mudaxilekirina xweseriya bijîşkî û mafên tenduristiyê. Ger rêveberiyeke girtîgehê ya xwê û vîtamînan ande hebe, ev tê wateya rêbazeke cezakirinê. Halbûkî di hiqûqê de tu erka cezakirinê ya rêveberiya girtîgehê tune ye û divê niakribe têkeve navbera nexweş bijîşk. Ev sedem pir girîng e; li Tirkiyeyê di çalakiyên greva birçîbûnê yên berê de jî xwê û vîtamîn nedidan çalakgeran."    Gul, bilêv kir ku wekî bijîşkan der barê niha de pir dane li ber destê wan tune ne lê belê bal kişand ser ceribandinên berê. Gul, bi bîr xist di salên 90'î de wexta kesên dawî li çalakiya xwe anîn di warê xwegihandina saziyên tenduristiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû man û got: "Mixabin nexweşîna mêjî texrîb dike û li cîhanê wekî Wernicke Korsakoff tê binavkirin li erdnîgariya me zêde zêde rû da. Ji ber ku di dema greva birçîbûnê de vîtamînên wekî B1, B2 û têr xwê nedihatin dayîn. Em tenduristkar nikarin mudaxileyî greva birçîbûnê ya tu kesî bikin, tenê em wan agahdar dikin. Heta em otorîteyê jî agahdar dikin. Armanca me ya sereke; jiyaneke bitendurist û baş e."    Gul, bilêv kir ku heyetên şopandinê yên serbixwe grevên birçîbûnê bi rê ve nabin. Gul bi bîr xist berê ew di nav heyetên serbixwe de çûye girtîgeha Îzmîr, Bûca, Kiriklar, Şakran û Tekirdagê. Gul ji bo pêvajoya wê demê got: "Mînak Wezareta Dadê bang li Odeya Bijîşkan a Îzmîrê kiribû ji bo girtîgehê destûr dabû heyetên serbixwe bên çêkirin. Di salên 1995-96'an de gelek eks mirin, lê belê wê çaxê di gervên birçîbûnê yên Îzmîrê de kes nemir. Çimkî bi destûra îdareya girtîgehê, Wezareta Dadê û serdozgeriya komarê hema bêje heftê çend caran heyetên serbixwe diçûng irtîgehê. Rewşa tenduristiyê dinirxand û pêşniyarî dikir. Berî grev biqede xwîn dihat tehlîlkirin û piştî grevê li gor van daneyan bi lez û bez tevdigeriya. Ev pir girîng bû."    'ASTENGKIRINA TEDAWIYÊ ÎŞKENCE YE'    Gul, destnîşan kir ku di pêvajoya dawî de hejmara nifûsa girtîgehan pir zêde bûye û bêyî bi derengî bê xistin divê demildest heyetên şopandinê yên serbixwe bên çêkirin.    Gul, bilêv kir ku ji hiqûqnasan bigire heta malbatên girtiyan û rêveberiyên girtîgehan divê herkes tişta dikeve ser milê wan bike. Gul, bal kişand ser girîngiya vîtamînên B1 û B2'Yan û got: "Astengkirina mafê tedawîkirin û jiyanê ya kesekî/ê tê wateya îşkenceya li demê hatiye berbelavkirin." Gul, diyar kir ku pêdivî bi heyeteke serbixwe heye û got: "Gelek caran wexta Wezareta Dadê di vî warî de xitimiye bang li TTB'ê kiriye."    MA / Nimet Olmez