Dayikên Aştiyê: Girtiyên di greva birçîbûnê de aştiyê dixwazin 2019-01-04 09:27:08 ÊLIH – Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku navnîşana aştiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û girtî bi çalakiya xwe ya birçîbûnê bal kişandin ser aştiyê.  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehên Tirkiye û herêmê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin didome. Li Êlihê jî Dayikên Aştiyê bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên didomin û xwestin demildest dawî li tecrîda li Îmraliyê bê û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih bên.  Dayika Aştiyê Şukran Sîncar, diyar kir ku hîn di destpêka sala 2019'an de çapemenî doza şer dike û got: "Em naxwazin ne gerîla ne jî leşker bimirin. Berê leşkeran didin Sûriyeyê. Wê leşkerên diçin wir û sivîl bimirin. Ev şer ji bo çi ye? Em dayik vê yekê naxwazin û tu carî naxwazin kes bimire."    ‘RÊYA AŞTIYÊ'    Sîncar, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê girîng in û got: "Niha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Em dixwazin dawî li vê tecrîdê bê. Bi rojan e girtî di greva birçîbûnê de ne. Leyla Guvenê ji bo vê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ew îşaret bi rêya aştiyê dikin. LOma ger dawî li tecrîdê bê wê aştî çêbibe." Sîncar, diyar kir ku eger dawî li tecrîdê bê wê pirsgirêka li Rojhilata Navîn bê çareserkirin û divê ji bo aştiyê demidlest gav bên avêtin.    Dayika AŞtiyê Nûran Seçkîn jî, diyar kir ku sala borî bi mirin û zextan derbas bûye. Seçkîn got divê êdî xwîn neherike û got: "Çend roj berê çûm girtîgehê. Me xwest em der barê muameleya li girtiyan tê kirin de hevdîtinê çêbikin, lê 20 gardiyan bi hev re bi ser me de hatin. Li ser girtiyên di greva birçîbûnê de zext û zorî hene. Li Girtîgeha Êlihê pirtûkên zarokên me jî destgîr dikin. Çima vê zilmê dikin? Ji bo aştî çêbibe wan bedena xwe daye ber biçîbûnê."    'NAVNÎŞANA AŞTIYÊ OCALAN E'    Dayika Aştiyê Sûltan Azboy jî, bilêv kir ku çapemeniya îktîdarê ji bo şer gur bibe her roj manşetên mezin li rojnameyên xwe bi cih dike û got: "Çima ev qasî doza şer dikin?" Azboy, ew ê li hemberî kesên doza şer dikin bi inyad dengê aştiyê bilind bikin. Azboy bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan jî û destnîşan kir ku navnîşana aştiyê Ocalan e û ew tenê dikare rê li ber mirinan bigire. Azboy, got divê demildest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih bên.    MA / Metin Yoksu