‘Çav berdan axa miriyan jî' 2019-01-04 09:26:23 MEREŞ - Şaredariya Mezin a Mereşê ya AKP'î ji bo îstasyona petrolê bê çêkirin beşek ersa goristanê firot. Serokê CHP'a Navçeya Onîkîşûbatê Unal Ateş bertek nîşanî vê yekê da û got: "Çav berdan axa miriyan jî."  Şaredariya Mezin a Mereşê ya AKP'î, ji bo qada Goristana Şeyh Adil a li navçeya Dulkadîrogûllariyê berfireh bike, tesîsên aîdî Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) û Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyî (KGM) xera kirin û îstimlaq kir.    Lê belê şaredariyê erseya ji bo qada goristanê îstimlaq kiribû, hêla wê ya li kolana sereke dinere ji bo îstasyona petrolê bê çêkirin firot fîrmayeke navedan wê li Dîlokê ye. Serokê CHP'a Navçeya Onîkîşûbatê Unal Ateş, destnîşan kir ku îdarekar hemû erdên aîdî dewletê ji bo rantê berpêşî karsazên nêzî AKP'ê dikin û piştî erdên zindiyan temam kirin niha jî çav berdane axa miriyan.    ‘PARSÊL BI PARSÊL MEREŞÊ DIFIROŞIN'    Ateş, bilêv kir ku erdên ku şaredariyê ji bo goristanê îstimlaq kir niha ji bo çêkirina îstasyona petrolê tê bikaranîn û got: "Şaredariyê erdê ku ji bo goristanê îstimlaq kir niha hêla wê ya li rêyaa sereke diner ji bo îstasyona petrolê parsêl bi parsêl firotin. Devereke ji bo goristanê hatibe tehsîskirin çaw açêdibe didin fîrmayeke petrolê? Kesên Enqereyê parsêl bi parsêl firotin, niha Mereşê jî parsêl bi parsêl difiroşin."