Dadgeh bû parêzerê polîsê 4 kes kuştin: Xeşîm û westiyayî bûye 2019-01-04 09:25:44 AMED – Dadgehê polîs Î.M. ê li Gevere ji wesayîta zirxî li der û dorê gule reşandin û 4 kes kuştin, parast. Dadgehê di biryara xwe de polîs Î.M. bi hinceta "ji ber xeşîm bûye", "ji ber zor û zehmetiya mercên kar", "ji ber nesnaskirina herêmê" û "ji ber westiya bûye" parast.  Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li Gevera Colemêrgê wesayîta zirxî ya polîsan welatiyên di rê de dimeşiyan gulebaran kiribû. Di vê gulebaranê de tevî Serhat Bûldanê 15 salî Rahmî Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Turmen jiyana xwe ji dest dabûn û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bibûn. Di çaçroveya bûyerê de bi "bi awayekî qisûrdar kuştin û birîndarkirina gelek kesan" li polîsê bi navê Î.M. doz hatibû vekirin û doz bi hinceta ewlehiyê neqlî Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Amedê hatibû kirin.    Di 11'ê Cotmeha 2018'an de dadgehê bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar kuştin û birîndarkirina gelek kesan" 11 sal û meh û 10 roj ceza li polîs Î.M. birî.    RAPORA PÊZANIYÊ EW LI DEREWÊ QELIBANDIBÛ    Polîsê bersûc di îfadeya xwe de parastibû ku bûyer "ji ber arizeyeke teknîkî" rû daye. Lê belê rapora pêzaniyê ya hat amadekirin polîsê bersûc li derewê qeliband û got "hatiye tespîtkirin ku çek bi awayekî bêkontrol nehatiye berdan û bûyer ji ber arizeyeke teknîkî rû nedaye."    DADGEHÊ PARÊZIYA BERSÛC KIR    Lê belê tevî vê raporê jî dadgehê got "ne mimkun e bersûc bi zanebûnî kiribe" û wekî hincet jî bersûc bi hinceta "ji ber xeşîm bûye", "ji ber zor û zehmetiya mercên kar", "ji ber nesnaskirina herêmê", "ji ber westiya bûye" û "ji ber bê xew maye" parast.    Tevî ku dadgehê polîsê bersûc ê bi awayekî negirtî tê darizandin parast, parêzerên bersûc îtiraz kirin ku cezayê hatiye birîn zêde ye û biryara hatiye dayîn ji temyîzê re şandin.    MA / Lezgîn Akdeniz