Bijîşk: Di sermayê de xurekên avî zêde bixwin û vexwin' 2019-01-04 09:24:59 WAN - Bijîşk Huseyîn Yavîç, diyar kir ku bi sar û seqemê re nexweşînên di warê hilmijînê de zêde bûne. Yavîç, destnîşan kir ku divê dema hewa qirêjî be kes dernekeve derve û tiştên avî zêde bên xwarin û vexwarin.  Li Wanê piştî barîna berfê hewa zêde sar bû û ji ber vê gelek eks nexweş dikevin. Bijîşk Huseyîn Yavîç, diyar kir ku bi sar û seqemê re nexweşînên di warê hilmijînê de zêde bûne. Yavîç, destnîşan kir ku divê dema hewa qirêjî be kes dernekeve derve û tiştên avî zêde bên xwarin û vexwarin.    Yavîç, anî ziman ku ji ber serma û seqemê bi taybetî di warê hilmijînê de gelek nexweşîn li mirovan peyda dibin û got: "Ev yek dibe ku enfeksiyoneke grîbê ya sivik be jî û dibe ku heta bronşîtê jî biçe."    Yavîç, diyar kir ku ev nexweşîn bêtir li extiyar û pitikan peyda dibe û got: "Semptomên sereke yên van nexweşînan; li gorî kesan diguherin lê belê semptomên wekî herikîna poz, xitimandina poz, şilbûna çavan, xurîna poz, êşandina qirikê û şewata qirikê. Eger ev nîşane bên peydakirin û neyên tedawîkirin wê girantir bibin."    DIVÊ TIŞTÊN AVÎ BÊN XWARIN Û VEXWARIN'    Bijîşk Yavîç, bilêv kir ku li deverên hewaya wê qirêj û deverên qelebalix ev nexweşîn zûrit peyda dibin û ji bo mirov di vê serdemê de nexweş nekeve divê hin tevdîran bigirin. Yavîç got: "Divê kesên di koma birîsk de zêdetir serî li bijîşkan bidin. Ji xeynî vê divê pir li cihên qelebalix û deverên ehwaya wê qirêjî nemînin. Divê berên avî zêdetir bixwin û vewxin. Her wiha divê ev komên birîsk ji bo parastina ji nexweşînê aşî bibin."    Yavîç, destnîşan kir ku zivistanê piraniya nexweşînan bi temasê peyda dibin û divê temas pir çênebe û dest tim bên şûştin.    'DIVÊ KESÊN NEXWEŞÎNA KOAHÊ LI WAN PEYDA BÛNE MASKEYÊ BI KAR BÎNIN'    Yavîç got: "Divê gelê me di vî warî de bi awayekî serwext tev bigere. Piraniya van nexweşînan nexweşînên bivîrus in. Ji bo van nexweşînan tu antîbiyotîk nayên bikaranîn. Divê bêtir mirov bêhna xwe vedin û tiştên avî zêde vexwin û bixwin û vîtamînan bi kar bşnin." Her wiha Yavîç destnîşan kir ku divê kesên nexweşîna KOAH'ê li wan peyda bûne maskeyê bi kar bînin û di dema kuxandin û pişkînê de lepikên ji bo carekê tên bikaranîn bi kar bînin.    MA / Mujdat Can