Li Edeneyê 2 siyasetmedar hatin binçavkirin 2019-01-03 16:43:29   EDENE – Li Edeneyê 2 siyasetmedar bi boneya beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn hatin binçavkirin.    Serdozgerya Komarê ya Edeneyê li dijî çalakiya greva birçîbûnê ya li Edeneyê ku bi boneya piştevaniya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di navbera 16-17’ê mijdarê de pêk hatibû lêpirsîn dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de Endamê PM’ê yê HDP’ê Abdulselam Demîrkiran û endamê HDP’ê Ugur Bayrak çûn Miduriyeta Polîsan a Edeneyê ku îfadeyên xwe bidin. Demîrkiran û Bayrak ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û tê payîn her du siyasetmedaran sibê sewqî Dadgeha Edeneyê bikin.