Ji parlamentera berê Yigîtalp re 26 sal ceza hat xwestin 2019-01-03 14:06:44   AMED – Bi daxwaza 26 sal cezayê hepsê doz li Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Sîbel Yigîtalp hat vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hêceta 16 çalakî û daxuyaniyan di çarçoveyek lêpirsînek der barê Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Sîbel Yigîtalp de birêve bir ji 4 sûcên cuda îdianame amade kir. Îdianameya der barê Yigîtalp de ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.    HETA 26 SALAN CEZA HAT XWESTIN    Bi îdiayên “endama rêxistinê ye”, “porapaganda rêxistinê kiriye”, “Li dijî qanûnê beşdarî civîn û xwepêşandanên bêçek bûye û tevî bangê belav nebûne” û “gel tehrîkî kîn û dijminiyê kiriye” hat xwestin Yigîtalp ji 10 salan heta 26 salan bê cezakirin.