1’ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin 2017-11-01 15:30:38 KOBANÊ – Pîrozbahiya "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê” di salvegera 3`an de bi dirûşmeya “Kobanê berxwedana mirovahiyê ye” destpê kir, didome.  Bi boneya "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê" li navenda Kobanê bi beşdariya hezaran kes, sazî û nûnerên saziyan şahî hat lidarxistin. Qada şahiyê bi rengên cuda, alên rêxistin û hêzan û Rêberê PKK Abdullah Ocalan hat xemilandin. Di saetên serê sibê de gel berê xwe dan qada pîrozbahiyê û ji heft salî heta heftê saliyan welatî amade bûn. Beriya destpêkirina bernameyê li ber stranan govend hat gerandin. Nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk, Hevserokê Meclîsa Reqa, Rêveberên Meclîsa Sivîl a Minbicê, Hevserokê Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm û bi dehan nûnerên sazî û rêveberên Bakurê Sûriyê beşdarê pîrozbahiyê bûn. Fermandarên Leşkerî yên din bin ala QSD`ê de jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.   'FELSEFEYA OCALAN BERXWEDANA KOBANÊ XURT KIR'    Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen axivî û wiha got: “Îro roja Kobanê ya Cihanî ye, hemû nerîn li ser keleha berxwedanê ne, berxwedana ku bi saya xwîna şehîdên hertin di dilê me de dijîn, em hemû şehîdên ku ji hemû herêm Rojhilata Navîn hatin û berxwedanî kirin, bi bîrtînin.”   Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Îro em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bi saya fikr û felsefa wî berxwedana kurdan û bi taybet li Kobanê xurt kir, silav dikin. Berxwedana ku riya gelan ronî kir, li ser vî esasî tevî hemû zehmetiyan jî gelek destekftî hatin bidestixstin.”   'RONIYA MÎRKANAN GIHÎŞT REQA Û DÊRA ZORÊ'   Paşê yek ji Fermandarên YPJ/YPG`ê Êrîvana Kobanê di pîrozbahiyê de axivî û got: “Em vê rojê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên Kobanê yên berxwedêr, hemû şehîdên berxwedanê û her wiha hemû birîndaran dikin. Em ji wan kesên ku digotin ku wê Kobanê bikeve re dibêjin ku vaye îro bi saya berxwedana Arîn Mîrkan û Rêvana berxwedana me xurtir dibe û roniya wê gihîştiye Minbic, Reqa û Dêra Zorê jî.”   Erîvana di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû: “Ji bo ku em layiqê Serok û şehîdên xwe bin, em soza xwe nû dikin û soz didin ku em ê  heta dewiyê li berxwe bidin û parastina hemû destkeftiyan bikin. Emê berxwedana Kobanê bikin riya rizgarkirina Rêber Ocalan.”   Êrîvan di dawiya axaftina xwe de got ku berxwedan Kobanê rastî, berxwedan û têkoşîna gelê kurd nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gel û jinên kurd .  Jji ber vê yekê pêwîste hemû jin, ciwan û pîr ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîn bikin da ku em tecrîda li ser Rêberê xwe rabikin.”   Pîrozbahî bi axaftin û şahiya stranan didome.