Endamtiya SES’ê sûc hat dîtin 2017-11-01 15:29:25   WAN - Li Wanê der barê 150 xebatkarên tenduristiyê, bi hinceta îfadeyên "Şahidên veşartî” lêpirsîn hat vekirin. Guhdarkirina stranên kurdî û emdamtiya SES û tevlêbûna xebatan sûc hat dîtin.      40 xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya  Perwerdê û Lêkolînê ya Wanê, bi hinceta îfadeya “Şahidên veşartî” bangî wan hat kirin ku biçin Şaxa TEM'ê ya Midûryeta Polîsan a Wanê û îfade bidin. Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û Serokatiya Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê (TTB), têkildarî mijarê civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li salona Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) pêk hat. Gelek xebatkarên tenduristiyê beşdar bûn. Rêveberê SES’ê Emîn Yilmaz daxuyaniya hevpar xwed û lêpirsîn mîna “Skandal” nirxand.    ENDAMTIYA SES'Ê BÛ SEDEMA LÊPIRSÎNÊ    Yilmaz, diyar kir ku niha 40 kedkarên tenduristiyê ji bo îfade bidin, bang li wan hat kirin û wiha got: “Lê ev hêjmar 150 kese. Ji ber îfadeya ‘Şahidê veşartî’ ev lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji ber ku şahidê veşartî gotiye ‘Ev kes endamê SES’ê ye’, ‘Filan kes endaman bi SES’ê dide qezenc kirin’ û  ‘Ev kes li nexweşxanê guhdarî stranên kurdî dike’ midûryeta polîsan ev mîna sûc nirxandiye û lêpirsîn vekiriye. Ev rewşekê ku nayê qebûl kirin.”   'GUHDARKIRIN STRANÊN KURDÎ KIRIN SÛC'   Yilmaz, da zanîn ku li Tirkiyeyê mafê sendîkal tune tê hesibandin û wiha bilêv kir: “Di çarçoveya qanûnên sendîkayan de tevdigerin. Guhdarkirina stranên kurdî dixwazin mîna qedexe nîşan bidin û mirovan sûcdar bikin. Yek ji van jî ne sûcin, berevajî mafên mirovî yên bingehîn in. Lê yên ev pirs amade kirin, bi zanebûn dixwazin van mafan mîna sûc nîşan bidin û zextan ava bikin.”    'EM Ê ŞODAR BIN'    Yilmaz, destnîşan kir ku bi îfadeyên şahidên veşartî dixwazin li ser xebatkarên tenduristiyê êrîşan zêde bikin û wiha bi dawî kir: “Ligel hemû êrîşan, em ê dengê xwe bilindtir bikin û şopdarê bûyerê bin.”