Dest ji Mînbîcê berdin ka li Îdlibê mêze bikin! 2019-01-03 11:42:40   MÎNBÎC - Tirkiyeya ku bi Mînbîcê radize û radibe, di hevdîtinên Soçî de soz da bû Rûsyayê dê Idîpê paqij bike, lê her ku diçe krîz li wê derê mezintir dibe. Tirkiyeya ku êdî nikare komên OSO yên dibin kontrola xwe de kontrol bike, di xwaza bi rojev kirina Mînbîcê ser vê krîza ku dijî bigire.    Gefên operasyona Tirkiyeyê yên li ser Mînbîcê berdewam dikin û dem bi dem êrîşên tacîzê li cihê van gefan digirin.  Piştî biryara vekişandina DYA ya ji Sûriyeyê û Rûsya jî bi destê rejîmê daket qadê, lêgerînên êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî bajêr zêdetir bûn. Tirkiye hewl dide bi rêya çapemenî û medyayê hesabên xwe yên li ser herêmê di rojevê bigire û bi vê yekê armanc dike ku bi ser krîza li Îdlîbê tê jiyîn bigire. Ev rewş bandorê li ser Babê ya dibin kontrola Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên OSO deye dike. Tirkiyeya ku ji bo sînorê Babê sewqiyetê dike, li dijî wê hêzên parastina Mînbîcê û artêşa rejîma Sûriyeyê bi hevre sînorê Mînbîcê diparêzin.    Di medya hewzê û medya serdest de, her roj nûçeyên “Operasyona Mînbîcê dest pê kir” û “Komên OSO li ser rêya Mînbîcê ne” serwîs dikin, lê tu rastiya van nûçeyan tuneye û Ajansa Mezopotamya (MA) bi dîmenên nû ev yek pişt rast kir.    MÎNBÎC   Yek ji du herêmên bajêr ku liv û tevger lê heye, peravên ava Sacûrê ye. Sacûr weke xeta sînor dinavber Meclîsa Leşkeriya Mînbîc û Komên “Mertalê Firatê” yên Tirkiyeyê de hatiye diyar kirin. Lê ji roja ku Tirkiyeyê dest bi gefên xwe yên li ser bajêr kirin, dem bi dem êrîşên xwe yên tacîzê li dijî gundên li ser vê xetê Erep Hesen, Meskenlî û Ondadat pêk tîne. Tirkiyeyê heya roja îro herî zêde êrîşî li dijî gundê Erep Hesen pêk aniye. Li Gundê Erep Hesen a Jorîn şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê dimînin û li pêşberê gund jî Gundê Erep Hesen a Jêrîn heye û komên OSO li vî gundî di çeperan dene. Li gund hem liv û tevgera gundiyan berdewam dike û hem jî şervan amadekariyên xwe dikin.   ‘EM LI VIRINS’   Yek ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê Ebû Leyla Mînbîc, derbarê rewşa dawi ya herêmê de ev agahî dan: “Tiştên di çapemeniyê de tên gotin ne rastin. Va ye hûn bi xwe jî dibînin. Çapemenî şerê psîkolojîk bi rêve dibe. Li herêmê tu rastiya van nûçeyan tuneye. Dinava me de mesafeyek pir kêm heye. Em li dijî êrîşan amadene. Rewşên wiha ji bo me ne nû ne. Berê jî bi dehan car em bûn şahide vê yekê. Em zarokên vî bajarîne. Emê bajarê xwe  diparêzin û emê parastina wê dewam bikin. Hem li kolanan û hem jî di çeperan de moralê me bilinde.”   Li aliyê din hêzên girêdayî koalîsyona navneteweyî li dijî DAIŞ’ê li nava bajêr dewriye digerin.    BAB   Li bajaroka Arîma ya girêdayî Babê jî ku dikeve rojavayê sînorê Mînbîcê, Hêzên Rejîma Sûriyeyê, Meclîsa Leşkerî ya Babê û hêzên El Ekrad li bi cih bûne. Dîsan li herêmê hêzên Rûsya ji Arîma bigirin heya Gundê Bogaz koordine dikin. Tirkiyeya ku dixwaza vê rewşê xerab bike û komên piştgiriyê dide wan, berî du rojan êrîşî Goma Xalîdiye ya Gundê Bogaz kirin. Lê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê, bersiv da wan û piştî pevçûna derket, paşve vegeriyan.    NÛÇEYÊN ‘REJÎM PAŞVE VEKIŞYA’ DEREW DERKETIN     Ligel ve yekê jî medaya Tirk nûçeyên “Ji ber êrîşên OSO hêzên rejîmê pave vekişiyan” servîs kirin. Lê piştî demekê derket holê ku tu rastiya van nûçeyan tuneye. Li dijî êrîşên îhtîmal, tiliyên şervanan her kêlî li ser tetîkê ye.    IDLÎB   Rûsyeya ku başûrê Idlibê bombebaran kir, ev du rojin dinavbera du komên li vê derê de, pevçûnên dijwar rû didin. Dîsan Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) a weke El Nûsra dihat zanîn,  li dijî  tabura Nûreddîn Zengî ya dibin kontrola MÎT’ê de û komên Eniya Rizgariya Neteweyî berdewam dikin. HTŞ 6 gundên dibin Daret Îzza yên dibin kontrol a Nuredîn Zengî de xistin bin kontrola xwe.  HTŞ bi vî awayî, gehiştiye sînorê Efrînê. Hat diyar kirin ku MÎT jî komên di rojevêne, li dijî HTŞ’ê bi rêxistin dike. Krîza li Idlibê jî bi vî awayî her ku diçe kurtir dibe û wisan xuya dike ku dê di rojên pêş de mezintir  bibe.     MA / Nazim Daştan