'Hevdîtina li gel Ocalan dê rojên xweş bîne Tirkiyeyê’ 2019-01-03 11:14:02   ENQERE – Ji malbatên girtiyên li Girtîgeha Sîncanê yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne malbata Suheyla Taş diyar kir ku rakirina tecrîdê dê bibe feydeya Tirkiyeyê û got: “Hevdîtina bi Ocalan re dê bibe wesîla rojên xweş ên li Tirkiyeyê.”    Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 57 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Ji bo rakirina tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî hatin destpêkirin berbelav dibe.    Yek ji van girtîgehên çalakiya greva birçîbûnê lê didome jî Girtîgeha Jinan a Sîncana Enqerê ye. Girtiyên bi navê Suheyla Taş, Zelîha Ustabaş û Salîha Taşkesen ku dest bi greva birçîbûna bêdawî û bêdorveger kirin ket roja 9’emîn.    ‘DIVÊ HER KES HESTIYAR BE’    Ji malbatên girtiyan me bi malbta Suheyla Taş re hevdîtin kir û malbatê xwest daxwaza keça wan û girtiyan bên qebûlkirin. Dayika Taş, Nezahat Taş diyar kir ku ew malbatan dixwazin aştî were Tirkiyeyê û got: “Divê dengê yên ketine greva birçîbûnê bê bihîstin. Em dixwazin guh bidin qêrîna wan. Lazim e her kes di vê mijarê de hestiyar be.” Taş ji bo daxwaza zarokên wan bê qebûl kirin bang li dewletê kir.    ‘HEVDÎTIN DÊ ROJÊN XWEŞ BÎNE’    Bavê Taş, Tacettîn T aş jî anî ziman ku pêvajoya neyînî ya li welêt bandora xwe ya neyînî li ser hemû mirovan dike û got: “Rakirina tecrîdê pir muhîm e. Rakirina tecrîdê dê ji bo feydeya Tirkiyeyê be. Hevdîtina bi Ocalan re tê wateya rojên xweş dê li Tirkiyeyê biqewimin. Ev rewş hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo mirovan bi feyde ye. Êdî bes e. Divê demildest daxwazên girtiyan bên pejirandin.”