'Gelên Sûriyeyê dê xwe biparêzin’ 2019-01-03 09:58:22 AMED – Parlamenterê HDP’ê Selçûk Mizrakli diyar kir ku vekişandina DYA’yê ya ji Sûriyeyê nayê wê wateya pergala li wir hatiye avakirin ji holê rabe û got: “Hêzek gel li wir heye. Ez bi bawerim dê gel li wir xwe biparêz e.”  Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli biryara vekişandina DYA’yê ji Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku biryara DYA’yê ne surprîz e û biryar bi hevkariya Tirkiyeyê û DYA’yê hatiye girtin. Mizrakli biryara vekişandinê wiha nirxand: “Vekişîn li dijî tasfiyekirina hêza demokratîk a li Sûriyeyê hatiye avakirin e. Bila gumana tu kesî tune be gel dê serkeftinên nû bi dest bixe. Rewşa diqewime çi dibe bila bibe, gotina dawî dê gelên li Sûriyeyê dijîn bêjin. Muhtemela destwerdanek li dijî Sûriyeyê tenê ne pirsgirêka kurdan e. Di heman demê de dê bibe seemê pirsgirêka hemû netew û baweriyan li wir dijîn.”    'JI BO DAQÛRTINA GELAN DAIŞ’Ê BERDAN QADÊ’    Mizrakli bi bîr xist ku Rojhilata Navîn bû qada şer a ku hêzên navnetewî li dijî gelan li pêş xistin û got: “Tahrîbata şer li ber çavan e. Hêzên emperyalîst û mêtinger ji bo gelên Rojhilata Navîn daqirtûnin DAIŞ’ê bi rêxistin kirin û ajotin qadê. DAIŞ projeyek tunekirinê ya li dijî têkoşîna demokratîk a gelan bû.”    ‘PIRSGIRÊK DIVÊ BI RÊYÊN DEMOKRATÎK BÊN ÇARESERKIRIN’   Mizrakli got heke li Sûriyeyê pirsgirêk bi şiklê demokratîk neyên çareserkirin dê pirsgirêkên nû bi xwe re derxe hoelê û çi dibe bila bibe lazim e hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Mizrakli got li gorî rewşa nû dê hêzên li qadê dê hevsengiyê ji nû ve bit eşe bikin û kevirên li wir ji nû ve dîzayn bikin.    'DYA DERKEVE JÎ PERGAL XWE BERDAYE RUHÊ WIR’   Mizrakli da zanîn ku êrîşa muhtemel a li dijî Sûriyeyê tenê ne meseleya azadiya komek netewî ye û got: “Niha li wir kurd, ereb, ermen azad dibin. Li wir her tişt azad dibe. Pergala xwe li wir daye avakirin xwe berdaye binê rihê axa Sûriyeyê.” Mizrakli destnîşan kir ku vekişandina DYA’yê ya ji Sûriyeyê nayê wê wateya pergala li wir hatiye avakirin ji holê rabe û got: “Bi derketina DYA’yê re ew der dem û dûz nabe. Hêzek gel li wir heye. Ez bi bawerim dê gel li wir xwe biparêz e.”    MA / Esra Solîn Dal