Wê HDP ji bo qeydên li Sêrtê nehatine çêkirin serî li YSK'ê bide 2019-01-03 09:35:49 SÊRT - Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş diyar kir ku gelek kesên li Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê qeydên wan nehatine çêkirin serî li wan dane û ew ê der barê qeydên li gor "fermanê" nehatine çêkirin serî li YSK'ê bidin.  Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ji bo guherandina cihê qeydên hilbijartinê daxuyandibû roja dawî 31'ê Kanûna 2018'an e. Welatiyên heta 31'ê Kanûna 2018'an serî midûriyetên nifûsê yên bajar û navçeyan dan, ji bo dengdayîna hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê cihê xwe yê qeydê guherandin. Lê belê li Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê rewşeke cuda rû da. Welatiyên ji bo guherandina navnîşana xwe di 31'ê Kanûnê de serî li midûriyeta nifûsê dan, peywirdaran ji wan re got "li gor fermana hatiye dayîn" em nikarin tiştekî bikin. Li ser vê welatiyên nikaribûn qeyda xwe çêbikin serî li HDP'a Sêrtê dan.    'NE LI CIHÊ XWE BÛ'    Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş, diyar kir ku di 31'ê Kanûnê de welatî li wî û partiya wan geriyane û rewşa heyî ragihandine. Taş got: "Di roja dawî 31'ê Kanûnê de welatî serî li Midûriyeta Nifûsê ya Bajêr didin. Lê bêyî ku qeyda wan bê çêkirin wan dişînin. Navnîşana wan naguherînin. Lê belê welatî dibêjin wê rojê ne ya wan ya cerdavanan hatiye çêkirin. Li ser vê ez li midûrê nifûsê geriyam. Paşê ji bo rû bi rû hevdîtinê pê re çêbikim çûm cihê wî, lê gotin 'walî gazî wî kiriye'. Ne li cihê xwe bû."    'EM Ê SERÎ LI YSK'Ê BIDIN'    Taş got: "Nîv saetê li wir sekinîm, paşê bi telefonê dîsa li midûrê nifûsê geriyam lê venekir û paşê telefona xwe girt. Li wir min ji karmenda pirsî ka ji bo çi  qeyda welatiyan çênekirine. Karmendekî ji min re got 'ez karmend im, ez li gor fermana midûr karê xwe dikim, got hûn ê nekin me jî nekir.' Em ê dev ji vê yekê bernedin. Em ê lêkolîn bikin ka walî fermaneke wisa daye yan na. Paşê em ê serî li YSK'ê bidin."    MA / Metin Yoksu