Girtî ji êvarê heta serê sibê rastî îşkenceyê hat 2019-01-03 09:34:29   WAN-  Hamdûllah Aydemîrê ku ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê sewqî Amedê kirin, dema şevekê li Xarpêt rawestandin, li Xarpêtê ji êvarî heta sibê rastî îşkenceyê hat.  Hamdûllah Aydemîrê di 2015'an de li Erdîşa Wanê hat girtin, di 20'ê Kanûna 2018'an de ji Girtîgehta Tîpa T a Bafraya Samsûnê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Amedê hat kirin. Di dema sewqkirinê de Aydmerî şevekê li Girtîgeha Xarpêtê hat ragirtin. Aydemîr ragihand ku wê şevê heta sibehê îşkence lê hatiye kirin.    Kek Mehmet Aydemîr, anî ziman ku di hefteya hat sewqkirin de birayê wî li wan negeriyaye û li ser vê ew li girtîgehê geriyane û bi rêya parêzerê xwe hay jê çêbûne ku birayê wî 4 roj şûnde sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Amedê hatiye kirin. Aydemîr, bilêv kir ku wan di 28'ê Kanûna 2018'an de hevdîtin bi birayê xwe re çêkiriye û birayê wî gotiye hatiye îşkencekirin. Kek Aydemîr, anî ziman ku li Samsûnê gardiyanan bi hinceta wê birayê wî bibin revîrê ji odeyê derxistine û piştî revîrê jê re gotine sewqa wî derketiye û wê wî bibin Amedê. Aydemîr diyar kir ku di dema hevdîtinêd e birayê wî gotiye: "Nehiştin ez kincên xwe û amûrên xwe jî bînim hema demidlest min birin Amedê. Di dema sewqkirinê de şevekê min li Girtîgeha Xarpêtê dan sekinandin."    JI BER LÊGERÎNA TAZÎ QEBÛL NEKIR HAT DERBKIRIN    Kek Aydemîr got birayê wî gotiye: "Li Xarpêtê ji min re gotin tu ji çi mezûn bûyî. Min got xwendin û nivîsandina min tune ye. Selikek dan min û gotin xwe şilfî tazî bike. Wexta min qebûl nekir, dîsa tazîkirin li min ferzkirin. Û ji min re gotin 'Divê mirov nan nede kesên wek te, divê bera serê we bide û bavêje çopê.' Bi vî awayî heqaret li min kirin û li min dan. Paşê min birin odeyeke bê kamera û li wir min bi erdê ve kişandin û xwe avêtins er min. Heta sibehê bi awayekî sîstematîk li min dan. Ji ber vê serê min û parxwanên min pir diêjin. Deh deqeyan carekê dihatin û digotin 'meraq neke tiştek bi te nayê, tu û ên wek te zû bi zû namirin.' Paşê min kincên xwe li xwe kirin û min ji wan pirsî ev der kuderê ye. Bi ken ji min re gotin Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Xarpêtê ye. MIn digot qey Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Xarpêtê ye."    ‘MIN BI QASÎ TEMENÊ TE BIJÎŞKÎ KIRIYE'    Aydemîr, diyar kir ku birayê wî gotiye ji bo rapora derbkirinê ji dêvla nexweşxaneyê wî birine revîrê û got: "Li cem bijîşkê revîrê mi got, bêhna min dernayê û nikarim xwe rast bikim. Bijîşk ji min re got 'belkî jî te xwe lid îwar xistime.' Min jî got 'Ger min xwe li dîwar bixistana wê ser çavê min biçiriyana û reş bibûne.' Wî jî ji min re got 'min bi qasî temenê te bijîşkî kiriye, deng neke û baş dizanim te çi kiriye.' Di raporê de tenê nivîsand ku 'hinekî li te dane.' Paşê min birin emniyetê û min li wir îfade da. Roja din wexta hatim Girtîgeha Amedê çûm revîra wi jî. Bijîşkê li wir rapora derbkirinê da min û min gilî kir."    Kek Ayedemîr, diyar kir ku di şeran de jî dîlgirtî nayên îşkencekirin. Aydemîr detsnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin û ew ê giliyê gardiyanan bikin û dev ji vê yekê bernedin.