‘Wê herî kêm mafê bikaranîna dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin' 2019-01-03 09:33:44 STENBOL - Ji bo hilbijartina herêmî bikaranîna dengên girtiyan hatin sînorkirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Hatîce Onaran, têkildarî mijarê wiha got: "Tê gotin wê bi vî awayî herî kêm mafê bikaranîna dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin."  Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Onaran, bal kişand ser pêkanînên tecrîd û îzolasyonê yên li girtîgehan, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan.  Onaran, destnîşan kir ku pêkanîna tecrîdê bi awayekî sîstematîk didome û wiha bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di 2018'an de li girtîgehan pêk hatin: "Sirgûn, sewq, ferzkirina tekmîlê, zêdebûna lêgerîna li hucreyan, di hemû lêgerînan de derb û îşkencekirin, cezayên dîsîplînê, ferzkirin alêgerîna tazî, dji bo kincan kêmkirina rengan, sînordarkirina weşanên nivîskî û dîtbarî, nepêkanîna revîr û sewqên ji bo enxweşxaneyan, ferzkirina muayeneya bi kelmeçe, bi taybetî jî di dema muayenekirina jinên girtî de ji odeyê dernexitina leşker û gardiyanan, di dema sewqkirinê de biderengîxistina dayîna amûrên girtiyan, desteserkirina gelek amûrên taybet..."    ‘PÊKANÎNÊN KÊFÎ TÊN REWAKIRIN'    Onaran, destnîşan kir ku di sala 2018'an de pêkanînên berê ne di dewarê de bûn pêk hatine û got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Tekirdagê hat xwestin bi wesayîta rîngê ya yekkesî ku dişibe qafesê sewqên nexweşxaneyê pêk bên. Li girtîgehên Tekirdag, Osmaniye û Kayseriyê ser hewadariyan bi têlan hat girtin ku girtî pêwendiyê bi hev re daneynin û bi vî awayî wan bê hewa bihêlin. Her wiha di nav serlêdanên hatin kirin de; midûr û gardiyan pêkanînên xwe yên kêfî rewa dikin. Herî dawî ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an, der barê bikaranîna dengan ê girtiyan de sînorek hat dayîn. Cara ewil e em bi van şertan re rû bi rû dimînin. Tê gotin wê bi vî awayî herî kêm mafê bikaranîa dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin."    NAME Û FAKSÊN BI DERENGÎ TÊN XISTIN    Onaran, diyar kir ku name û faksên ji girtîgehan tên şandin bi derengî tên xistin û got: "Di Tîrmeha borî de, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê me ji girtiyê bi navê Ahmedî Hamî ku nikare ji nav ciyan rabe xwest nameyekê bişîne. Ji Rojavayê ye û bi tirkî nizane. Di 17'ê Tebaxê de bi kurdî nameyek nivîsandiye; lê belê piştî 4 mehan şûnde yanî di 24'ê Kanûna 2018'an de name gihaşt destê me. Her wiha S.O.'yê di 28'ê Cotmeha 2018'an de ji Bakirkoyê faks ji me re şandin, piştî 2 meh şûnde hatin. Halbûkî naveroka name û faksên tên şandin diyar in. Girtî behsa rewşa xwe dikin. Ji ber name û faks dereng tên em jî dereng hay ji rewşa girtiyan çêdibin. Carinan heta name tê wateya tiştên tê de nivîsandî namîne. Belkî heta wê çaxê gelek tiştên nû qewimîne."    'QÎRÎNEK, BERXWEDANEK'    Her wiha Onaran bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hatin destpêkirin jî. Onaran, bilêv kir ku ji ber ew rêxistineke ku mafê sereke yê jiyanê diparêzin, çalakiyên greva birçîbûnê naparêzin, lê belê ji bo asta tecrîdê bê dîtin ne mimkun e mirov xwe li hemberî vê qîrîn û berxwedanê li nedîtinê deyne. Onaran, destnîşan kir ku ew ê tu carî girtiyên bedena xwe dane ber birçîbûnê bi tenê nehêlin.    Onaran, destnîşan kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Ger dawî li tecrîdkirina Ocalan bê wê ev yek bi xwe re gelek binpêkirinên mafan jî ji holê rabike."    'DIVÊ DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN CIHÊKAR BÊ'    Onaran, destnîşan kir ku divê ji dêvla cezakirin sûc û sûcdar, bi dîtinên mirovî bûyer û diyardeyên wekî sûc tên hesibandin di çarçoveya demokrasî û mafên mirovan de esas bên girtin. Onaran, bilêv kir ku divê bi nêrîneke civakiyî nêzî sûc bê kirin û ji bilî îstisnayên wekî taciz, tecawiz û cinayetên jinan de dawî li polîtîkayên cihêkariyê bê berdan. Onaran, diyar kir ku bi taybetî jî divê rewşa girtiyên enxweş esas bê girtin û bên berdan. Herî dawî Onaran bang li herkesî kir ku di sala 2019'an de di warê çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan de tev bigerin.    MA / Melike Ceyhan