‘Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije' 2019-01-03 09:30:02 COLEMÊRG – Zarok û hevrêyên Dayika Aştiyê Meryem Ozcan, bi gotina wê bal kişandin ser jiyana wê ya di nav têkoşîn, şer, koçberî û sirgûniyê de derbas bûye: "Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije."  Li Colemêrgê di 28'ê Kanûna 2018'an de Dayika Aştiyê Meryem Ozcan di 58 saliya xwe de ji ber xwîn çû ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest da. Wexta Dayika Meryem hîn 14 salî bûye hatiye zewicanadin. Li gundê Biyadîr ê Çelê ya Colemêrgê, di 23'yê Îlona 1987'an de ji ber bombeberana balafirên şerî yên Iraqê hevjînê wê jiyana xwe ji dest da û ew jî bi giranî birîndar bû. Piştî hevjînê wê mir, wê çaxê zarokê herî mezin ê Dayika Meryem 8 salî bû û ji wê rojê ve bi tena serê xwe 7 zarokên xwe xwedî kir. Piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest da 8 meh şûnde keçek ji Dayika Meryem re çêbû. Piştî vê bûyerê di sala 1995'an de vê carê jî ji ber zext û zoriyên dewletê gund hatin valakirin û yek ji kesên nesîbê xwe ji vê yekê girt jî Dayika Meryem Ozcan bû. Piştî valakirina gundan Dayika Meryem koç kir û berê xwe da navenda Colemêrgê.    Wexta koçî navenda Colemêrgê dike, li xaniyekî bi kirê rûdinê û ji bo debara zarokên xwe bike dest bi kar dike. Dayika Meryem hem xebitî hem zarokên xwe da xwendin hem jî dev ji doza xwe berneda û wê çaxê dibe endamê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) û li vir tevî Dayikên Aştiyê daxilî nav xebatan dibe. Di 25'ê Kanûna 2018'an de ji ber xwîn çû ser mejiyê wê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaş a Wanê jiyana xwe ji dest da. Zarok û hevrêyên Dayika Meryemê behsa jiyana wê, salên wê yên di nav têkoşîn û berxwedanê de kirin.    ‘EVÎNA HERÎ MEZIN A DAYIKA MIN AŞTÎ BÛ'    Hevserokê HDP'a navçeya navendî kurê Dayika Meryemê Asim Ozcan, bilêv kir ku ji ber ew û dayika xwe bi hev re dixebitîn pir kêfxweş e, lê belê ji ber evîna di dilê dayika wî de pêk nehat xemgîn e. Ozcan got: "Diya min nêviyê temenê xwe ji bo aştiyê, ji bo mirov nemirin di nav têkoşînê de derbas kir. Tenê daxwaza wê bidawîbûna vî şerî bû. Piştî di sala 1987'an de balafirên rejîma Seddam Husên gundê me bombebaran kir û bavê min şehît ket, diya min daxilî nav têkoşînê bû. Di 23'yê Îlona 1987'an de wexta diya min, bavê min, bapîra min û amojna min li nav erdê çeltikê dixebitîn balafiran gundê me bombebaran kir û bavê min şehîd ket. Diya min jî bi giranî birîndar bû. Wê çaxê em hemû biçûk bûn. Diya min hem dêtî hem jî bavtî ji me re kir. Îjar piştî di 1995'an de gund hatin valakirin, em mecbûr man çûn navenda Colemêrgê. Ji bo em hemû bixwînin diya min çi kar hebûna dikir. Lê belê tu carî jî dev ji têkoşîna xwe jî berneda. Diya min hem dixebitî hem jî me xwedî dikir. Her wiha diya min pir dixwest aştî çêbibe. Ji me re tim digot 'Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije.'"    ZAROKÊN WÊ JÊ RE DIGOTIN 'HEVRÊ'    Ozacan bi bîr xist ku, bi taybetî jî di dema HADEP'ê de tim nîqaş dikir ka ew ê karibe çi bike û wekî Dayika Aştiyê di nav partiyê de cih girt. Ozcan, diyar kir ku diya wî di 1995'an de bûye endamê HADEP'ê û paşê di nav partiyên piştî HADEP'ê de xebitiye. Ozcan, anî ziman ku diya wî ew daxilî nav xebatên partiyê kiriye. Ozcan, destnîşan kir ku wexta ew û diya xwe diçûn partiyê û dixebitîn li wir wî jê re digot 'hevrê'.    Ozcan, da zanîn ku berî diya wî jiyana xwe ji dest bide bi 2 rojan çûye partiyê û serdana hevalên xwe kiriye. Ozcan, diyar kir ku ew ê xwedî li doz û têkoşîna dayika xwe derkevin û ew ê heta dawî dewam bikin.    ‘TENÊ WEXTA DIÇÛ PARTIYÊ KÊFXWEŞ DIBÛ'    Keça Dayika Meryemê ya mezin Gûrbet Seven ku wexta bavê wê hat kuştin 8 salî bû, anî ziman ku diya wê wexta diçû partiyê her tişt ji bîr dikir û bi kêfxweşî vedigeriya malê. Seven got: "Diya min di 14 saliya xwe de hat zewicandin. Di 28 saliya xwe de wekî dayika 7 zarokan bî ma. Pitika wê ya dawî piştî mirina bavê min 8 şûnde çêbû. Paşê em ji gund derketin û çûn navenda bajêr. Diya min ji bo me her tişt kir. Me hemûyan da xwendin, xwişk û birayên min mezin kir. Lê tu carî rojeke xweş nedît. Tenê wexta diçû partiyê kêfxweş dibû. Em jî tevî diya xwe diçûn partiyê. 10 salan di baskê jinan de xebitîm. Li malê zor û zehmetî pir bûn, lê belê wexta em tevî diya xwe diçûn partiyê em pir kêfxweş dibûn. Diya min nedixwest ne leşker ne jî gerîla bimirin. Doza aştiyeke mayînde dikir. Daxwaza wê cîhaneke azad bû ku kes ne di girtîgehan de be. Herî dawî wexta bi telefonê lê geriyam got wê serma xwariye lê belê dîsa jî çûye partiyê. Ji min re got 'keça min çûm partiyê min heval dîtin, pir kêfxweş bûm.' Me gelek êş kêşa, lê ji bo hin kesên din vê êşê nekişînin têdikoîiya. Em ê jî şopdarê têkoşîna wê bin."    Hevrêya Dayika Meryem Dayika AŞtiyê Fatma Tûran jî got: "Êşa me mezin e. Em ji ber xwişka xwe Meryemê pir xemgîn in. Wê bi êş û azarên mezin zarokên xwe mezin kir. 15 salan ez û wê bi hev re xebitîn. Di hemû şert û mercan de li cem me bû. Kêm mirov wekî wê êş kişandine. Lê dîsa jî tu carî dev ji têkoşîna xw eberneda. Rojekê jî doza tiştekî nekir. Tim ji bo vî gelî xebitî."    'DAXWAZA WÊ TENÊ AŞTIYEKE MAYÎNDE BÛ'    Dayika Aştiyê Sidika Kaya ku tevî Dayika Meryemê bi salan xebitiye got: "Dayikeke pir fidakar bû. Heta em sax bin em ê wê ji bîr nekin. Tim doza aştiyê dikir û ji bo vê têdikoşiya."    Nerîman Kaval jî got: "Em û xwişka Meryem bi salan bi hev re xebitîn. Bi salan me di nav xebatên partiyê de cih girt. Li herêmê bi rojan em li gund û navçeyan geriyan û xebitîn. Tenê daxwaza wê aştiyeke mayînde bû. Heta roja dawî jî di nav xebatan de bû."