Akat: Di avakirina demokrasiyê de tekane rê çareserkirina pirsgirêka kurd e 2019-01-03 09:26:29 AMED - Ayla Akat ku di heyeta ewil a Îmraliyê de cih girt, bilêv kir ku vîna Ocalan derxist holê ji ber ji aliyê dewletê ve wekî xetere tê dîtin tecrîd didome û got: "Li Tirkiyeyê ji bo avakirina demokrasiyê, divê ewilî di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de gav bên avêtin."  Piştî di 12'ê Îlona 2012'an de girtiyên PKK û PAJK'î dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn û di roja 68'an a grevê de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatibû çêkirin û bi daxuyaniya Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibû. Piştî vê yekê ji bo hevdîtin çêbibin heyetek hat avakirin û di heyeta ewil de Hevserokê DTK'ê û Parlementerê Merdînê yê Serbixwe yê wê demê Ahmet Turk û Parlementera BDP'ê ya wê demê Ayla Akat Ata cih girtin û di 3'yê Çileya 2013'an de hevdîtin bi Ocalan re çêkirin.     Ayla Akat Ata, pirsên me yên der barê hevdîtina ewil, destpêkirina pêvajoya diyalogê, bidawîbûna pêvajoyê û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê de bersivandin.     Di 3'yê Çileyê de wekî heyeta BDP'ê tu û Ahmet Turk çûn Girava Îmraliyê û we hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkir. Sedema ku ev pêvajo dest pê bike çibû?    3'yê Çileya 2013'an dîrokeke girîng e. Lewra heyeteke siyasetmedar tê de bûn cara ewil bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin çêdikir. Ev yek di dema dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd de pêk hat, loma tiştekî dîrokî ye. Lê belê beriya 3'yê Çileya 2013'an pêvajoyeke hevdîtinê ya 20 salan heye. Ev bû mijara hevdîtina ewil jî. Birêz Ocalan li cem me ji heyeta dewletê re got 'Em ji 1993'yan ve hevdîtinê çêdikin.' Ev hevdîtin bi hikûmetên cuda re hatin kirin; ji Tûrgût Ozal heta Tansû Çîller, ji Mesût Yilmaz heta Tayyîp Erdogan. Di her serdemê de li gorî karaktera hevdîtinê zimanê hikûmetê cuda bû. Her wiha hin rêber û hikûmet ev yek cuda şîrove dikirin. Nîqaşa federasyonê di dema Ozal de hat kirin. Yanî ji hevdîtina ewil a 1993'yan heta 2013'an ev pêvajo gihaştibû kapasîteyekê.    Ev pêwendiyên bi salan pêk hatin, çawa ber bi 'pêvajoya çareseriyê ve çûn?    Ji van hevdîtinan a zêde tê zanîn hevdîtinên Osloyê ne. Piştî van hevdîtinan di 14'ê Tîrmeha 2011'an de li bejahiya Farqîna Amedê di navbera hêzên HPG'ê û leşkeran de pevçûnek derket û di vê pevçûnê de 13 leşker mirin. Her wiha heta 2012'an pêvajoyeke şerî ya dijwar hebû. Ev rastî di pêvajoyên pevçûnî û çareseriyê yên cîhanê de jî qewimiye. Şer an jî pevçûn tu carî ji cihê ku wê bi dawî bibe dest pê nake. Eger piştî ev qas dem keda hatiye dayîn nebûbe sedema çareseriyê û aştiya civakî, nexwe wê ne ji cihê dest pê kiriye wê ji cihê qediyaye, ji asteke hîn wêdetir dest pê bike.    Wê demê jî wekî niha ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê çêkirin li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin. Ji bo pêkanîna hevdîtinê, ev çalakî xwedî bandoreke çawa bûn?    Li girtîgehan hem ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî hem jî ji bo dawîlêanîna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd pêvajoyeke çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kir. Ev yek li Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê ya herî berbelav bû. Bi sedan hikumxwar û girtî di nav vê pêvajoyê de cih girtin. Ev pêvajo bi beyana Birêz Ocalan bi dawî bû. Berî em hevdîtinê pêk bînin, di dema bi dawîbûna pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê di meha Mijdarê de ji bo hevdîtinan çûnhatinek çêbibû. Ev hevdîtin ji aliyê îstxbarata dewletê Hakan Fîdan ve pêk dihatin. Paşê di 3'yê Çileyê de em çûn.    Heyet çawa hat diyarkirin?    Birêz Ocalan xwestibû yek jin yek jî mêr be. Ji ber di Komîsyona Qanûna Bingehîn de bûm daxilî vê heyetê bûm. Paşê endamên Komîsyona Qanûna Bingehîn ên din (Sirri Sureyya Onder û Altan Tan) jî daxilî vê bûn.    Di hevdîtina ewil de çi hat axaftin?    Di hevdîtina ewil de Birêz Ocalan got "Dewlet ne yekpare ye." Gelek cihok û demarên wê hene. Got, ji evan demaran hin jê dixwazin çareseriyek çêbibe lê belê gelek jê jî naxwazin.    Di hevdîtina ewil de Birêz Ocalan got "Dewlet ne yekpare ye." Gelek cihok û demarên wê hene. Got, ji evan demaran hin jê dixwazin çareseriyek çêbibe lê belê gelek jê jî naxwazin. Destnîşan kiribû ku dibe em ji nişka ve bên fetisandin û divê em bi zanebûnî tev bigerin. Got, di warê ewlehiyê de kesên di nav pêvajoyê de cih digirin, heyeta me û rayedarên dewletê di bin xetereyê de ne.    Roja hevdîtin dest pê kirin, gotibû dem pir hindik e. Hevdîtinên ji sala 1993'yan ve dihatin kirin, ji bo pêvajoya dest pê bike û ji bo wê çawa dewam bike nexşe rêyek derxistibû holê. Loma mijara ewil a hevdîtinê li ser Komîsyona Qanûna Bingehîn, Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê û Komîsyona Şopandinê bû. Birêz Ocalan li ser pênaseyeke welatîbûnê hûr bibû. Tişta di hevdîtina ewil de hat nîqaşkirin mijara hevdîtina dawî bû jî. Navên kesên Komîsyona Şopandinê hatibûn diyarkirin. Di nav du sal û nîvan de, wê di warê çareserî-pevçûnê de rêgez û helwesta aliyên perçeyeke her pêvajoyên pevçûn-çareseriyê ne çawa bûna? Ev yek jî dibû sedem ku pêdivî bi komîsyoneke şopandinê ya bêalî heye. Ev yek hem mijara hevdîtina ewil hem jî ya dawî bû. Nav diyar bibûn, lê belê di kêliya dawî de dawî li hevdîtinan hat û ev yek pêk nehat.    Paşê em wekî tevgera jinan, tevî tevgera jinan a Tirkiyeyê, me di bin banê Meclîsa Azadiya Jinê de Komîsyoneke Şopandinê ava kir. Heta ev komîsyon li Farqînê, li Gimgimê (piştî kuştina Ekîn Van) û Golan a Erdexanê (piştî gulebarankirina wesayîreke sivîl) raporek amade kir. Ev yek peywira Komîsyona Şopandinê bû. Lê belê derket holê ku ev pêvajoya du sal û nîvan ji bo ewarekirinê bûye û loma komîsyon nehat avakirin û pêvajo bi dawî bû.    Piştî mirina herdu polîsên li Serê Kaniyê serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû daxuyanî da û got "pêvajo bidawî bûye." Lê belê kesên ji ber bûyerê hatin girin beraat kirin. Divê ev bûyer bê zelalkirin. Her wiha partiyên siyasî ji bo ronîkirina vê bûyerê pêşnûma dan û xwestin Komîsyona Lêkolînê bê avakirin, lê belê bi dengên AKP'ê pêşnûma hat redkirin.     Piştî hevdîtina we li Parîsê 3 siyastemedarên jin ên kurd hatin kuştin. Te got di demaa hevdîtinê de Ocalan hin hişyarî kiribûn û gotibû 'hin demarên çareseriyê naxwazin hene'. Gelo ev bûn?    Piştî pêvajoya bi agahdarîkirina Birêz Ocalan dest pê kir, di 9'ê Çileyê de ev êrîş pêk hat. Agahiyên piştî êrîşî derketin holê, îşaret bi MÎT'ê dikirin. Serikê MÎT'ê Hakan Fîdan bû û wî hevdîtin pêk dianîn. Jixwe Birêz Ocalan di hevdîtinên piştî vê de, vê bûyerê wekî Komkujiya Dersimê ya duyemîn bilêv kir. Di hevdîtina ewil de wexta em diçûn giravê li Licêya Amedê operasyonek hebû û di vê operasyonê de mirin rû dabûn. Cenaze li morga Meletiyê bûn. Birêz Ocalan ev yek ji radyoyê bihîstibû û ji me pirsî ka em der barê vê de çi dizanin. Me jî got, cenaze li Meletiyê ne lê belê bi berfirehî agahiyên me tune ne û ji bo vê raya giştî nehatiye agahdarkirin.    Wî got, ev yek bersiva hevdîtinên li giravê ne. Mekanîzmayên têkildar ên dewletê dizanibûn ji meha Mijdarê ve hevdîtin çêdibin. Birêz Ocalan di hevdîtina ewil de diyar kir ku operasyona li Licê bersiva hevdîtina ye.    Ji roja ku hevdîtin ji aliyê dewletê ve hatin qutkirin heta niha rewş çî ye?    Ger hûn bêjin ji 2015'an heta niha çi guheriye; ji bo li vê xakê dawî li pevçûn û şeran bê em têdikoşin, lê êdî şerekî berbelavbûyî heye.    Wexta em li wê ked, fidakarî û windahiyên mezin ên manewî ku ji sala 1993'an ve derketin holê, pêvajoya 2013'an û di 2015'an de bidawîbûna pêvajoyê dinihêrin, ya divê em lê zêde bikin jî rewşa li Sûriyeyê ye.    Ger hûn bêjin ji 2015'an heta niha çi guheriye; ji bo li vê xakê dawî li pevçûn û şeran bê em têdikoşin, lê êdî şerekî berbelavbûyî heye. Em behsa şerê li Rojava, li Başûr berbelav bûye dikin. Wexta em behsa çareseriyê bikin û vîna ku di vî warî de bê nîşandan, divê em derî vî şerê berbelavbûyî esas negirin.    Yanî hûn dibêjin di vî warî de bandora geşedanên li Sûriyeyê jî heye?    Wekî siyasetmedarekê bersiva divê bidim; Ji ber nayê xwestin pirsgirêka kurd bê çareserkirin pêvajo hat bidawîkirin. Ger bihatana xwestin, wê demê em pir nêzî çareserkirinê bibûn. Helbet pêvajoya Rojavayê pir girîng e. Em behsa şerekî ku êdî aktorên kûreyî ketine dewrê dikin û wekî Şerê Cîhanê yê 3'yemîn dikin ku kurd di vî şerî de ne wekî hêzên dibêjin 'emê demokrasiyê bînin wir' tev nagerin,  tevî gel, bawerî, nasname û çandên li wir bi perspektîfa neteweya demokratîk tev digerin.    Em nikarin vê pêvajoyê derî xeta neteweya demokratîk a ku kurdan li Sûriye û Rojavayê derxistiye holê binirxînin. Gelek tiştên bandorê dikin hene, lê yek jê tê hilbijartin. Di heman katê de pêvajoya Rojavayê heye û serdemeke ku hêzên kûrewî daxilî wê bûne heye.    Divê ev esas bên girtin. Her wiha li hêla din jî, li Tirkiyeyê pêvajoyeke darbeyê heye. Di pêvajoya darbeyê de hêzên tifaqger ên welat bi rê ve dibin dest guherîn. Belkî heta 25'ê Kanûnê îtifaqa herî mezin a AKP'ê cemaet bû, lê piştî vê hêza îtifaqê guherî. Niha hêzeke din a îtifaqê, dewletê bi rê ve dibe. Divê ev hemû bi awayekî yekpare esas bên girtin. Divê mirov bala xwe bide geşedanên dawî yên li giravê. Bi bangawaziya Birêz Ocalan PKK amadekariyên kongreyê dikir û wê di wê kongreyê de biryarên dîrokî bihatana girtin, navên kesên dê di Komîsyona Şopandinê de cih bigirin hatibûn diyarkirin lê belê hevdîtin hatin bidawîkirin. Yek ji van jî ne tesaduf e. Hemû bi plansazî hatine kirin.    Di vê pêvajoyê de, wekî din çi kêmasî rû dan?    Ji bo pêvajoya çareseriyê bibûna perçeyeke civakê, hin berpirsiyariyên diviya em li gor wan tev bigeriyana hebûn. Wexta em guhadariya pêşengên di nav pêvajoyên pevçûn û çareseriyê yên cîhanê de guhdar dikin, tê gotin ku garantorê pêvajoyê yê herî mezin gel e. Loma di vir de tişta herî girîng ew e pêvajoyên çareseriyê bibin malê civakê.    Eger partiyeke siyasî an jî îktîdar li hember gel xwe wekî berpirsiyar hîs neke û tev negere wê ev yek dawî li pêvajoyê bîne. Lê ger li hemberî gel berpirsiyarî hebe divê bê dewamkirin. Ji bo ev pêvajo bibe malê civakê tenê Komîsyona Mirovên Aqilmend xebitî. Di warê civakîbûyînê, sererastkirina qanûna bingehîn, civînên bi gel re, rêxistinbûyîna ji bo vê yekê kêmasiyên me çêbûn.    Birêz Ocalan di hevdîtina ewil de gotibû 'hûn ê bi demê re têkevin pêşbaziyê.' Girîngiya demê, kurtbûna demê destnîşan kiribû. Wexta em li pêvajoya du sal û nîvan dinerin em tenê behsa geşedan û qewimînin ku hejmara tiliyên destan derbas nake dikin û hemû jî ji nişkave ji holê hatin rakirin. Pevçûn zêdetir bûn. Windahiyên mezin çêbûn û ev yek hîn jî didome.    Lê di vê pêvajoya du salan de tiştên hatin bidestxistin çi bûn?   Ya herî tê zanîn Komîsyona Mirovên Aqilmend e. Li 7 herêman xebitîn. Her çi qas muxalefeta me hebû jî, lê raporek amade kirin. Di bin banê parlementoyê de Komîsyona Çareseriyê hat avakirin û Qanûna Çerçeveyê hat derxistin. Ya dawî jî Deklarasyona Dolmabahçeyê ye...    Ji nav vana ya herî girîng Komîsyona Mirovên Aqilmend e. Çimkî li hemû aliyên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd nîqaş kirin. Ya dudoyan jî di bin banê parlementoyê de derxistina Qanûna Çerçeveyê ye. Navê wê çi dibe bila bibe. Çimkî hûn ji Deklarasyona Dolmabahçeyê re dikarin bêjin di rojekê de tune bû, wisa jî bû. Lê wan bi xwe Qanûna Çerçeveyê rakir û vîna parlementoyê bin pê kirin. Ev hemû encamên pêvajoyê bûn. Lê pêvajo ji diyalogê ber bi muzakereyê ve çû.     Der barê qutkirina pêvajoyê û muzakereyê de pêşbîniyên Ocalan çi bûn?    Birêz Ocalan bi israr digot heger li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe wê mekanîkeke darbeyê têkeve dewrê. Çawa pêvajo hat bidawîkirin ev mekanîk ket dewrê. Ev jî bi 15'ê Tîrmehê bi dawî bû.     Gelo dibe ku dewlet niha bi Ocalan re hevdîtinê çêdike?    Gelo niha heman pêvajo pêk tê? Dibe ku pêk tê. Lê belê vîneke ku Ocalan derxistiye holê heye. Ev jî ew bû; dewlet naxwaze ev vîn xwe bigihîne civakê û vê vînê wekî xetere û tehdîdê dibîne. Dikaribûn van hevdîtinan bi rêya malbatê, bi rêya parêzeran berpêşî civakê bikarana.    Hin qelemşorên dewletê yên têkildarî vê di çapemeniya berbelav de dinivîsînin hene. Ev kes aşkere nivîsandin ku di hin serdeman de hevdîtin bi Îmraliyê re tên çêkirin. Lê ne mimkun e haya me ji van hevdîtinan çêbibe.    Wexta em çûn, hevdîtinên bi Birêz Ocalan re di 12'ê Mijdarê de dest pêkiribûn, lê haya me jê tune bû. Niha heman pêvajo pêk tê? Dibe ku pêk tê. Lê belê vîneke ku Ocalan derxistiye holê heye. Ev jî ew bû; dewlet naxwaze ev vîn xwe bigihîne civakê û vê vînê wekî xetere û tehdîdê dibîne. Dikaribûn van hevdîtinan bi rêya malbatê, bi rêya parêzeran berpêşî civakê bikarana.  Lê muhtemelen ji ber encamên wan hevdîtinan ji bo wan wekî rîsk û tehdîdê tên dîtin, tecrîdê didomînin. Wekî parêzereke û wekî siyasetmedareke ku çûye giravê, ev qenaet li min jî peyda dibe. Lê mirov di vî warî de nikare tiştekî teqezbûyî bibêje.    Gelo destpêkirina pêvajoyeke nû pêkan e? Atmosfereke wisa heye?    Tenê muxalefeta gel dikare îktîdaran bitengijîne. Îro tenê ne pêkhateyên Kurdistanî, tenê ne muxalfeta gelê kurd, li Tirkiyeyê hemû muxalefet bi destê darazê tê çewisandin. Li gor qanûnên vî welatî parastina aştiyê heq e û rêxistinbûyîna şer jî sûc e.    Bêdengiya gel a di vî warî de; çapemenî an jî civaka sivîl, dikarin wekî hêzên çarem û pêncem bên bilêvkirin. Çapemenî hat bêdengkirin, niha hindik maye civaka sivîl jî bê bêdengkirin. Em bi pêvajoyeke ku tenê fikrek, çalakiyek û kesek destûra vê yekê nade rû bi rû ne. Divê bersiva li hemberî vê çi be? Divê rêxistinên demokrasiyê eniyeke hêzdar bi rêxistin bikin û vê yekê bi çalakiyan pêk bînin û dawî li vê pêvajoyê bînin. An jê wê ev pêvajo dewam bike.    Heta muxalefet tune be wê îktîdar vê pêvajoyê bidomîne. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bedêlên pir giran dan. Lê belê ji bilî gotina xwe, ji bilî hişyarkirina îktîdarê tu hêzeke wê ya guherandinê tune ye. Tenê muxalefet dikare kesên welat bi rê ve dibin biguherîne û veguherîne.     Ji 11'ê Îlona 2016'an ve agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Li hemberî vê tecrîdê bi pêşengiya Leyla Guvenê li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin û niha jî didomin. Peyama van çalakiyan çî ye?     Em hêvîdar in hikûmet encamekê ji çalakiyên greva birçîbûnê yên berê derxîne û li gor wê vê çalakiya greva birçîbûnê esas bigire. Em nizanin wê heta kengî dewam bike, lê belê herî zêde rayedarên dewletê dizanin vîna hatiye nîşandan naleqe.    Birêz Leyla Guven siyasetmedar e, vîna gelê Colemêrgê ye. Dibe ku di girtîgehê de be, lê mafê wê yê siyasetê bike heye. Ji bo rê li ber siyaseta Tirkiyeyê veke, ji bo dengê wê bê bihîstin bi daxwazekê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ji ber siyasetmedar e, mecbûr e siyasetê bike. Divê ew guhnedirêya serokê parlementoyê bê dîtin. Parlementer e û divê siyaseta dike li parlementoyê beramberiyeke wê hebe. Her wiha ev yek mînaka herî mezin a binpêkirina mafê siyasetkirinê ye jî. Ev tê wateya ji bo rê li ber siyaseta Tirkiyeyê vebe, divê dawî li tecrîda giravê bê.    Tecrîd kengî dest pê kir? Di pêvajoyeke ku çareserî dihat nîqaşkirin. Pêvajoya çareseriyê çi bi Tirkiyeyê da qezenckirin? Beriya her tiştî maneviyateke mezin da qezenckirin. Mirov nedimirin, tabût nediçûn tu devereke Tirkiyeyê. Ji bo şer aboriyeke Tirkiyeyê hebû, bi vê re ev aborî ji bo refaha welat hat bikaranîn. Siyasetmedarek vê yekê dibîne û ji bo rê li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bê vekirin bedena xwe dide ber biçîbûnê û navenda daxwaza wê jî bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Ev pir girîng e. Birêz Ocalan ne nasnameyeke ji rêzê ye, ew Rêberê PKK'ê ye. Her wiha Rêberê Gelê Kurd e jî. Ji bo dawî li vê tecrîdê bê, gel ji 1999'an ve gelek çalakî li dar xistin.    Hikûmet û meqamên fermî bixwe ferman dan ku niha jî heman kes serokê vî welatî ye, bi fermana wî firsenda nîqaşkirina çareseriyê çêbû. Loma wekî siyasetmedarekê Leyla Guven bi daxwaza ji bo berdewamkirina vê pêvajoyê li girtîgehê siyasetê dike. Niha ev çalakî li hemû girtîgehan belav bûye û bi sedan hevalên me bi heman daxwazê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.    Em hêvîdar in hikûmet encamekê ji çalakiyên greva birçîbûnê yên berê derxîne û li gor wê vê çalakiya greva birçîbûnê esas bigire. Em nizanin wê heta kengî dewam bike, lê belê herî zêde rayedarên dewletê dizanin vîna hatiye nîşandan naleqe.    Loma em siyasetmedar, jin, parêzvanên mafên mirovan careke din asta krîtîk a çalakiya greva birçîbûnê bi bîr dixin û bang li hikûmetê dikin ku qanûna bingehîn a vî welatî pêk bînin. Tecrîd sûc e. Mueyîdeyeke xeyrî mirovî ye. Divê demildest dawî lê bê, pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê bike û aştiya civakiyî pêk bê.    Piştî ew qas qewimînan destpêkirina pêvajoyeke nû nêzîk e yan?    Wê li Tirkiyeyê heman pêvajo dest pê bike yan? Tekane rê; pevçûn-çareserî ye. Li Tirkiyeyê ji bo avakirina demokrasiyê, ewilî divê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de gav bê avêtin.    Hikûmet û hêzên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin nêzî vê yekê ne yan? Na. Her ku mesafeya ji bo demokrasî û pirsgirêka kurd mezin dibe, ji çareseriyê jî dûr dikeve. Niha destpêkirina pêvajoyeke nû ne pêkan e, lê tenê rêyek heye; ew jî em ê piştgiriyê bidin keda tê dayîn û heta dawiyê em ê li cem vê kedê cih bigirin.    MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç