ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2019'AN 2019-01-03 09:00:59 * Zarok û hevrêyên Dayika Aştiyê Meryem Ozcan, bi gotina wê bal kişandin ser jiyana wê ya di nav têkoşîn, şer, koçberî û sirgûniyê de derbas bûye: "Ez ê canê xwe bidim, lê bes bila ev xwîn nerije."  * Ayla Akat ku di heyeta ewil a Îmraliyê de cih girt, bilêv kir ku vîna Ocalan derxist holê ji ber ji aliyê dewletê ve wekî xetere tê dîtin tecrîd didome û got: "Li Tirkiyeyê ji bo avakirina demokrasiyê, divê ewilî di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de gav bên avêtin."    * Der barê Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Hîlmî Aydogdû ku wexta li Midûriyeta Emniyeta Amedê di bin çavan de bû qeyrana dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê de, bi heman tawanbariyan cara dudoyan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hat vekirin. Dozgeriyê xwest 15 sal ceza li Aydogdû bê birîn.    * Welatiyên her roj heta dernegê şevê li hemberî JES'a tê xwestin li Kizilcakoyê bê çêkirin nobetê digirin gotin: "Ji bo em li pêşeroja xwe xwedî derkevin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heke bivê em ê canê xwe jî bidin, lê em ê axa xwe nedin."    * Ji bo hilbijartina herêmî der barê bikaranîna dengên girtiyan hin sînor hatin danîn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê Hatîce Onaran, bal kişand ser vê yekê û got: "Tê gotin wê bi vî awayî herî kêm mafê bikaranîna dengan a 5 hezar girtiyî bê xespkirin."    * Wezîrê Karên Hundir, bi armanca serkeftinên qeyûm bişopîne û têkiliyên Hevserokên BDP’î yên bi rêxistinê re derxe holê mufetişên taybet peywirdar kir. Lê Qeyûm Omer Cimşît ê ku der barê wî de nelirêtiya îhaleyan derket holê, ji ber tevî hemû derfetên cemaweriyê bi ser neket li şûna wî Omer Derecî erkdar kirin.    * Hamdûllah Aydemîrê ku ji Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê sewqî Amedê hat kirin, şevekê li Xarpêt hat sekinandin. Aydemîr bi rêya malbata xwe ragihand ku li Xarpêtê îşkence lê hatiye kirin.    * Felek Akan ku di dikana xwe de nanê tenûrê çêdike û pê debara xwe dike got: "Divê jin li ser piya bisekinin, muhtacî kesî nebin."    * Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş diyar kir ku gelek kesên li Midûriyeta Nifûsê ya Sêrtê qeydên wan nehatine çêkirin serî li wan dane û ew ê der barê qeydên li gor "fermanê" nehatine çêkirin serî li YSK'ê bidin.    * Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Bunyana Kayseriyê destnîşan kirin ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û gotin: "Mirovan ber bi mirinê ve dişînin. Em ji bo hesasiyet û hestiyarê bang li hemû derdoran dikin."    * Danişîna 6'emîn a doza 17 zarokên ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema qedexeya derketina kolanan a gulana 2016'an hatin girtin dê li Dadgeha Mêrdînê bê dîtin. (14.00)   * Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) bi tevlêbûna gelek jinên hunermend bi dirûşmeya "Ji bo jin bijîn" dê li Dika Kadikoyê konserê bidin. (20.00)