Qedexekirina herêmên li Colemêrgê dirêj bû 2019-01-02 15:15:50 COLEMÊRG – Qedexekirina 31 herêmên li Colemêrgê di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” de 15 rojên din jî hat dirêjkirin.  Walîtiya Colemêrgê li navenda Colemêrg û navçeyên wê bi boneya 15 rojan 31 herêman di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” de ji çûn û hatinê re qedexe kir. Qedexekirin dê di navbera 14 û 18’ê çileya 2019’an de pêk were.