HDP'ê bang li AYM'e kir: Salek borî li gorî pîvanên xwe bimeşin 2017-11-01 14:51:56 ENQERE – Parlamenterên HDP’ê beriya 4'ê Mijdarê li ber avahiya Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daxuyanî da û bang li AYM'ê kir ku li gorî pîvan û rêgezên xwe tev bigerin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku AYM salek e serê xwe xistiye nava xîzê û li der û dorê xwe nanere. Yildirim ji AYM'ê xwest ku li gorî rêgez û pîvanên xwe tev bigere Komek Parlamenterên HDP'ê beriya salvegera 4'ê mijdarê roja li dijî Hevserokên Giştî yên HDP'ê û wekilên HDP'ê operasyon pêk hat û Hevserok jî di navde komek wekîl hatin girtin, li ber AYM'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Endama  Komîsyona Qanûna Bingehîn a HDP'ê Meral Daniş Beştaş û gelek wekîlên din amade bûn. Li ser navê komê Yildirim axivî û wiha got: Yildirim, anî çiman ku Îktîdar xwe bi OHAL’ê li ser piyan dihêle û wiha got: "Îktidara AKP'ê rêbazên awarte dixe meriyetê û xwe li ser piyan dihêle. Hewl dide vîna sivîl dîl bigire. Di ser 4'ê Mijdara ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê jî di navde girtina wekilên HDP'ê re salek derbas bû. Salek berê di şexsê partiya me de vîna sivîl û demokratîk dîl hat girtin. Bi vê yekê siyaseta demokratik û hiqûq dîl tê girtin. Ewil Hevserokên me û wekilên me girtin. Di salekê de li dijî wekilên me yên girtî gelek tişt pêk hatin. Hevserokê me Selahattin Demirtaş 9 mehan bê îdîaname girtî ma. Hêj jî girtî ye. Divê dadger di 7'ê kanûnê de biryara xwe aşkere bike. Dema hevseroka me ya berê Yuksekdag derket pêşberî dadger, dadger ji gotinê wê tirsiyan. Yuksekdag got 'Ez hatim li vir li çavê faşîzmê binerim' Ji wê rojê û hita niha ditirsin darizînin. "      Yildirim, anî ziman ku salek e AYM serê xwe xistiye nava xîzê û der û dora xwe nabîne û wiha  got: "Demirtaş tirsa xewnê wan e. Niha wekîlên me yên girtî bûne tirsa xewnê Qesrê. Em ji AYM'ê dixwazin ku pîvan û rêgezên xwe pêk bînin."     Endama Komîsyona Qanûna Bingehîn a HDP'ê Meral Danış Beştaş jî anî ziman ku ger îro bi dehan wekîl li pêş AYM'e daxuyanî didin nîşan dide ku li Tirkiye hiqûq nemaye. Beştaş, xwest AYM li gorî Qanûna Bingehîn tev bigere û wiha got: "Divê li gorî rol û misyona hebûna xwe tev bigere. Divê li gorî daxwazên Îktîdarê tev negere û biryara negire. Salek e hevalên me dîl hatine girtin. AYM'ê hêj biryar nedaye û hiqûqê binpê dike. Divê AYM ne li gorî Erdogan li gorî hiqûqê biryarê bide."