Rêxistinên Tenduristiyê: Destûr bidin ku heyetên hekîmên serbixwe biçin girtîgehan 2019-01-02 14:53:31 MÊRDÎN - Rêxistinên Tenduristiyê yên lie Mêrdîn û nûnerên kedkarên cemaweriyê bi armanca balê bikişînin ser rewşa çalakiyên li girtîgehan daxuyanî dan. Rêxistinên Tenduristiyê xwest destûr bidin ku heyetên hekîman ên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolîn bikin.  Odeya Tabîban a Mêrdînê, (MTO), Şaxa SES'ê ya Mêrdînê, Odeya Hekîmên Diranan a Mêrdînê (MDHO) û Platforma Şaxan a KESK'ê, bi armanca balê bikişinin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtigehan, li avahiya Platforma Şaşan a KESK'ê daxuyaniya hevpar dan. Nûnerên rêxistinên tenduristiyê xwestin ji bo rewşa girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine, heyetek bijîşkan a serbixwe biçin girtîgehan û lekolîn bikin. Xizmetkarên tenduristiyê anîn ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 56 roj, Kadîr Karabak û Esat Nacî li Girtîgeha tipa F a Wanê 108 rojin di grevê de ne û rewşa Kadîr Karabak û Esat Naci Yildırım her ku diçe giran dibe. Nûnerên tenduristiyê û kedkarên cemaweriyê yên girêdayî Platforma Şaxan a KESK'ê li salone amade bûn. Rêveberê MTO Tuncay Gokçen daxuyanî xwend û diyar kir ku gelek girti di çalakiya grevê de ne û her hefte komên nû li çalakiyan zêde dibin. Gokçen, anî ziman ku çalakiyên li hemû girtîgehan belav dibe, li hin cihan hatiye sînorê mirinê û xwest ji bo rewşa girtiyan lêkolin bikin û wan agahdar bikin heyetên serbkixwe yên hekîman biçin girtîgehan û girtiyan ziyaret bikin. Di salên 1996 û 2000’an de jî çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatin. Divê ew jî li ber çavan bê girtin û di bin çavdêriya Odeya Tabîban de heyetek serbixwe ya hekîman biçin girtiyan ziyaret bikin.    BI LEZ DAXWAZÊN GIRTIYAN LI BER ÇAVAN BIGIRIN   Gokçen, xwest Wezareta Dadê bi lez daxwazên girtiyan li ber çavan bigire û li gorî daxwazên wan gavan bavêje. Ji bo Wezareta Dadê rê li pêş mirinan bigire divê li gorî daxwazên girtiyan dev bigere. Ji bo heyetek tabîban a serbixwe biçe girtigehan em dixwazin Wezareta Dadê destûr bide û em lêkolîn bikin."