Baroya Enqere: Namzetiya Bînalî Yildirim li dijî Makezagonê ye 2019-01-02 14:04:42   ENQERE - Baroya Enqereyê der barê namzetiya Serokê Meclîsa Tirkiye Bînalî Yildirim de daxuyanî da û diyar kir ku li gel Bînalî Yildirim bûye namzetê AKP'ê yê Stenbolê jî hêj dest ji Serokatiya Meclîsê bernedaye. Baroyê da zanîn ku ev yek li dijî sincê siyasî û li dijî makezagonê ye.    Baroya Enqereyê der barê namzetê AKP'ê yê Stenbolê Bînalî Yildirim de daxuyanî da. Baroyê di daxuyaniyê de anî anî ziman ku li gel Namzetê AKP'ê yê Stenbolê Bînalî Yildirim bûye namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî dîsa dest ji Serokatiya Meclîsê bernedaye. Baroyê ani ziman ku ev yek li dijî Qanûna Bingehîn e. Baro da zanîn ku qanûna bingehîn destnîşan dike ku kesên Serokê Meclîsê û wekilê serok be nikare tev li xebatên siyasî yên partiyan bibe û ev yek li dijî xala 94'an e. Baroyê destnîşan kir ku li gorî zagone kesên serokê Meclîsê be nikare bi tu awayî tev li xebatên partiya siyasî bibe. Ev yek pir aşkare di xala 94'an de anîye ziman.