Wezaretê tezmîneta dabû gardiyenan ji girtiyan xwest 2019-01-02 12:22:20   WAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, di dema lêgerînê de, di navbera gartiyan û girtiyan rageşî derketibû, gardiyen û girtî birîndar bibûn. Wezareta Dadê têkildarî bûyerê biryar dabû ku ji bo 3 gardiyenan her yek 2 hezar û 737 TL tezmînet bide û ji bo vê tezmînatê ji 5 girtiyan bigire, doz vekir.    Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, gardiyenan di 23’yê Çileya 2017’an de, bi ser qawîşên girtiyan de girtibûn. Li gorî îdîayên girtiyan di dema serdegirtinê de, gardiyenan ji girtiyan gotin “Hûn terorîstin, xayînê welatin” û êrîşî girtiyan kiribûn. Girtiyan jî li dijî êrîşê, hewl dabûn xwe biparêzin. Di pevçûna mezin dibe de, hin girtî, gardiyen û midûrê duyemîn ê girtîgehê birîndar dibin.    Piştî bûyerê ji bo 15 girtiyan 11 roj û ji bo 5 girtiyan jî 15 roj cezayê hucreyê û ji bo 19 girtiyan jî cezayê “şermezar kirinê” hatin dayîn. Dûre gardiyanan ji Wezareta Dadê xwestin ku tezmîneta zerara wan bê dawîn. Serokatiya Komîsyona Tzmîneta Dirafî ya Wezareta Dadê di encama serlêdana gardiyenan de, biryar da ku tezmîneta pere bide Midûrê 2’yemîn ê Girtîgeha Wanê Mîkayîl Mahmat, gardiyen Mûhammed Kûrnaz û Erhan Yildirim. Wezareta Dadê biryar da ku ji bo 3 gardiyenan her yek 2 hezar û 737 TL tezmînet bê dayîn.    Wezareta Dadê ji bo tezmîneta dabû gardiyenan, derbarê girtî Ahmet Çelîk, Hakan Bîlekçî, Ozhan Ceyhan, Şahîn Oncu û Kemal Karaman li Dadgeha Cezayê Eslî ya Nobedar a Wanê “Doza girtina lêpoşmanbûnê” vekir û xwest 5 girtî vê tezmînetê bidin.    MA / Mujdat Can