HDP: Serkeftina Kobanê, serkeftina mirovahiyê ye 2017-11-01 14:30:57   KOCAELÎ - Rêxistina HDP’a Kocaeliyê, diyar kir ku serkeftina Kobanê ne tenê li dijî DAIŞ’ê, li dijî tarîtiya Rojhilata Navîn bû.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kocaeliyê, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’a Kocaeliyê Îbrahîm Ergîn, di civînê de axivî û wiha got : “Serkeftina Kobanê ne tenê li dijî DAIŞ’ê, di heman demê de li dijî tarîtiya Rojhilata Navîn bû.  Serkeftina Kobanê li ser navê mirovahiyê bi dawî anînan rijandina xwîna 400 sal a li Rojhilata Navîn bû. Ev qezenc dê tim xizmeta mirovahiyê bike.”   Ergîn, da zanîn ku Kobanê nîşaneya têkoşîna hevpar a mirovahî û şoreşgeran bû. Ergîn, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Em di  serî de li ber şehîdên Kobanê û hemû kesên di vê serkeftinê de bedel û ked dayîn bejna xwe ditewîn in.”