Kesê ku polîs lê digirin di medya civakî deye 2019-01-02 11:01:56 DÎLOK - Kaya Osanmaz ê hevjîna xwe ya berdeayî Sema Ozbûdak bi kuştinê tehdît dike, polîsên ku hefteyeke nikarin wî bigirin, li ser medya civakî parvekirinên xwe berdewam dike. Li Dîlokê, Kaya Osanmaz ê hevjîna xwe  ya berdayî Sema Ozbûdak a 38 salî bi kuştinê tehdît dike û di 27’ê Kanûnê de çû ber mala Ozbûdak û birayê wê Bulunt Ozbûdak bi çekê birînedar kir, hîna jî nehatiye girtin. Osanmaz ê polîs lêdigerin, bal kêşek ku li ser medya civakî parvekirinên xwe hîna jî berdewam dike.   ‘EZÊ BIÇIM TESLÎM BIBIM’   Osanmaz, roja 29’ê Kanûnê li ser hesabê xwe yê medya civakî Facebookê, vê bersivê dide şirovaya li binê wêneyekê wî hatî kirin; “Şirove tuneye, her tişt valeye. Ji xwe ezê hefteya were, biçim teslîm bibim.” Hat dîtin ku Osanmza berî 12 saetan jî li ser medya civakî parvekirinên xwe berdewam dike.