Ji ber li korîdorê dayîna dermanan qebûl nekir, mehek e nikare dermanan bi kar bîne 2019-01-02 09:16:26 EDENE – Li Girtîgeha Duzceyê girtiyê nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye Selman Keleş ji ber nexwest dermanên wî li korîdorê bên dayîn, diyar kir ku meheke e derman bi kar neanîne û ji ber vê rewşa wî girantir bûye. Malbata Keleş, xwest dermanên Keleş ne li korîdorê li qawîşê bên dayîn û ji bo vê bang kir.  Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, dermanên girtiyê nexweş Selman Keleş ê nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye li korîdorê didin. Lê belê ji ber Keleş vê yekê qebûl nake, mehek e nikare dermanên xwe bi kar bîne. Xwişk Gulbahar Keleş ji bo vê yekê bang kir.    LI KORÎDORÊ FERZKIRINA DERMANAN    Keleş duh li mlabata xwe geriya û got: "Gardiyan dibêjin 'ava xwe ji qawîşê bi xwe re bîne, em ê li korîdorê dermanan bidin te.' Heta mehek berê jî dermanên min li qawîşê didan min. Bi awayekî rêkûpêk min dermanên xwe bi kar dianîn. Lê niha jî vê yekê li min ferz dikin. Ji ber ez vê pêkanînê qebûl nakim, nikarim dermanê xwe bi kar bînim." Li ser vê malbata Keleş li îdareya girtîgehê geriya û îdareyê ji malbatê re got: "Kî ev yek ji we re gotiye. Kîjan dermanan bi kar tîne. Ji ber betlane ye, kompîtur li cem me tune ye û girtiye. Ji bo rewşa wî bijîşkê saziyê û îdareya girtîgehê çi hewce be kirine. Ger hewcetî bi dayîna dermanan hebe tê dayîn. Ger tune be nayê dayîn. Li vir bijîşkê saziyê heye. Em nikarin daxilî vî tiştî bibin. Em nikarin dermanan bidin. Ji bo vê nikarim tiştekî bêjim."    'BILA DERMANÊN WÎ BIDIN'    Xwişka Keleş, anî ziman ku wexta birayê wî geriyaye dengê wî nexweş hatiye û ji ber birayê wî nikare dermanan bi kar bîne rewşa wî girantir bûye. Kele got: "Em ditirsin birayê min bibe wek berê. Nexweşîna birayê min nexweşîneke giran e û bi dermanan li ser piya disekine. Lê belê mehek e ji ber ferzkirina dayîan dermanan a li korîdorê nikare dermanên xwe bi kar bîne. Em dixwazin li qawîşê dermanên wî bidin. Der barê tenduristiya wî de şik û gumanên me hene. Dûrî me ye. Her wiha hem ji bo tedawiya wî bi derengî nekeve hem jî ji bo moralê me baş bibe em dixwazin wî sewqî girtîgeheke nêzî Edeneyê bikin. Me ev yek çend caran bilêv kir lê nehat qebûlkirin. Em dixwazin ev yek pêk bê."    MA / Hamdullah Kesen