43 rojin li dijî tecrîdê di grevê de deye: Ocalan wijdanê mirovahiyê temsîl dike 2019-01-02 09:14:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ê 43 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku Birêz Ocalan di vê serdemê de nûnertiya wijdana mirovahiyê ye û got: “Dengê ku hemû hesabên bi xwîn têk bibe dengê Birêz Ocalan e. Ji bilî vê hemû hewldanên din, tenê xwîna gelan dirijînin. Ji bo vê divê tecrîda li dijî mirovahiyê bê şikandin û rakirin.”    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, dest pê kir di roja 56'an de berdewam dike. Dîsan bi heman armancê li girtîgehan çalakiya girtiyên PKK û PAJK'î jî didomin. Her wiha Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz jî  43 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye. Nasir Yagiz ji ber xebatên xwe yên siyasî yên li Tirkiyeyê, di Tebaxa 2016’an de tê binçavkirin û girtin.  Yagiz ê di Sibata 2017’an de hat berdan, dûre 5 caran tê binçavkirin. Yagiz piştî binçavkirina xwe  ya Sibata 2018’an de neçar dimîne ku derbasî Herêma Kurdistana Federe bibe. Yagiz, li vê derê weke endamê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Hewlêr xebatên xwe yên siyasî dewam dike. Yagiz piştî greva birçîbûna Leyla Guven, bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 21’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger dike. Çalakiya Yagiz di roja 43’an de berdewam dike.    'DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'   Yagiz, rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê bi gotinên “Dîktatoreke faşîzane pêş dikeve” nirxand û wiha axivî: “Di warê demokrasiyê de rewş pir xetere. Kevneşopiya dîktatoriya li Rojhilata Navîn, niha li Tirkiyeyê desthilatdar e. Ger dinava  hêzên demokratîk de, yekitiyek derbikeve holê dê faşîzmê têk bibe. Grevên birçîbûnê ji bo vê erkek dîrokiye û fersendek mezine.”    Yagiz, diyar kir ku rejîma Îmraliyê xwedî çawaniyek navneteweyî ye û li dijî mirovahiyê ye. Yagiz, da zanîn ku hemû hêzên navneteweyî hevparên sûcên vê rejîmê ne û wiha got: “Girtîgeha Îmraliyê, ji derveyî edelat û hiqûqa navneteweyî, bi awayekê qorsan û hovane tê birêve birin. Îmralî qada têkoşîna li dijî hovîtiyê, vîna mirovê azade. Berxwedana serdemê di şexsê Birêz Ocalan de hatiye pêşxistin. Hemû kesên ji xwe re dibêjin ‘ez mirovim’ divê piştgiriyê bidin vê berxwedanê û vê tecrîdê bişkînin.”    'HEYA NEFESA DAWÎ EZÊ LI BER XWE BIDIM'   Yagiz, da zanîn ku çalakiya wî di roja 43’an de berdewam dike û wiha bilêv kir: “Weke roja dest pê kê berxwedêrim. Heya nefesa xwe ya dawiyê jî, ez bi biryarim çalakiya xwe berdewam bikim. Heya kêlî û bêhna dawiyê jî ezê li ber xwe bidim. Bêhn bi bêhn ber bi mirinek birûmet ve çûyîn, ji jiyanek bêrûmet pîroztire. Bi vê bawerim. Di oxira nirxên mirovahiyê de canê xwe helandin, bi wijdanê min rehet dike.”   ‘YEKITÎ DÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNE’   Yagiz, dest nîşan kir ku rakirina tecrîdê dê, deriyê aştiyê ji bo gelan vebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her ku diçe Tirkiye di warî aborî, civakî û siyasî de berbi têkbûnê ve diçe. Medya serdest bi derewan vê têkçûyînê vedişêre û civakê bi dijminantiya Kurdan dixapîne. Weke pêvajoya çareseriyê, encex Ocalan karibe gel ji vê karesatê xelas bike. Rakirina tecrîdê, dê ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd demokrasî, azad û aştiyê bîne. Birêz Ocalan di vê serdemê de nûnertiya wijdana mirovahiyê ye. Ev nûnertî, mizgîniya rizgariya demokrasiyê ye. Dengê ku hemû hesabên bi xwîn têk bibe dengê Birêz Ocalan e. Ji bilî vê hemû hewldanên din, tenê xwîna gelan dirijînin. Ji ber vê divê tecrîda li dijî mirovahiyê bê şikandin û rakirin.”