ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2019'AN 2019-01-02 09:00:09 *  Ji lîstîkvanê Teatra Jiyana Nû ya di bin banê NÇM’ê de Cîhad Ekîncî diyar kir ku ew ê di sala 2019’an de li her deverê ku temaşevanên wan hene derkevin ser dike û li pêşberî temaşevanan bin.  * Koma Lawje ya ku berhavkariya stranên herêma Colemêrgê dike, dê di meha Çile de li Mêrdîn, Amed û Êlihê derkeve ser dikê û konseran li dar bixe.    * Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ê 43 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku Birêz Ocalan di vê serdemê de nûnertiya wijdana mirovahiyê ye û got: “Dengê ku hemû hesabên bi xwîn têk bibe dengê Birêz Ocalan e. Ji bilî vê hemû hewldanên din, tenê xwîna gelan dirijînin. Ji bo vê divê tecrîda li dijî mirovahiyê bê şikandin û rakirin.”      * Sakîne Demîr, dayika Sêvê Demîr ku li Silopiyayê hat kuştin, anî ziman ku ji bo dawî li tecrîdkirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê yek ji kesên wê çaxê ketibû greva birçîbûnê jî keça wê Sêvê Demîr bû û got: "Keça min ji min re gotibû 'Tecrîd bi dawî bû, lê hîn jî Serok girtiye. Heta Serok girtîbe wê berxwedan dewam bike.'"    * Li Girtîgeha Duzceyê girtiyê nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye Selman Keleş ji ber nexwest dermanên wî li korîdorê bên dayîn, diyar kir ku meheke e derman bi kar neanîne û ji ber vê rewşa wî girantir bûye. Malbata Keleş, xwest dermanên Keleş ne li korîdorê li qawîşê bên dayîn û ji bo vê bang kir.    * Her çend meaşê kêmtirîn (asgarî) 417 lîre hatibe zêdekirin jî, lê belê dîsa jî welatî ji ber krîza aborî û enflasyona zêde nikarin xweşikî debara xwe bikin. Welatiyan bilêv kir ku bi bihakirina ceryab, av û zexîreyan, ji zema li meaşê kêmtirîn hatiye kirin bêtir ji wan tê stendin.    *  Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ku 5 sal berê li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir, bal hişand ser helwesta CPT û Ewropa û wiha got: "Bêdengiya CPT, Ewropa û Cîhanê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan nîşan dide ku demokrasî çiqas paşve ketiye. Ji bo şikadina tecrîdê divê her demokrat û kesên ji demokrasiyê bawer dike, li dijî tecrîdê bertekên xurt nîşan bidin."     * Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) dê rapora bîlançoya sala 2018'an a çapemeniyê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi raya giştî re parve bike. (11.00)