Lêpirsîn li pankarta ku navê Selahattin Demirtaş lê hebû vekirin 2019-01-01 16:39:44   EDENE-Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîn li pankarta ku li avahiya HDP'ê ya Edeneyê hatibû daliqandin û wêneyê Selahattin Demîrtaş li ser hebû vekir. Polîsan pankarta "Bila li biryarên DMME'ê guhdar bikin. Bila hilbijêr serbest bên berdan" û "Welatî, Rêheval û Heval Demirtaş" daxistin der barê pankartê de lêpirsîn vekir.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, li pankarta ku li avahiya HDP'ê ya Edeneyê hatibû daliqandin û wêneyê Selahattin Demîrtaş li ser hebû lêpirsin vekir. Polîsan pankarta "Bila li biryarên DMME'ê guhdar bikin. Bila hilbijêr serbest bên berdan" û "Welatî, Rêheval û Heval Demirtaş" daxistin der barê pankartê de lêpirsîn vekir. Buroya Lêpirsînê der barê Rêveberên HDP'ê de bi îdîaya ku 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi sucdariya "propaganda rêxistinê kiriye" 4 sal û 8 meh ceza biriye bi vekrina pankartê pesnê sûc ûsûcdar daye û lêpirsîn da destpêkirin.