Êrîşî qereqola sînor hat kirin: Leşkerek birîndar bû 2019-01-01 15:45:18   ÎDIR - Hat diyar kirin ku bi roketê êrîşî Qereqola Sînor a Kûrtomer a ser sînorê Tirkiye û Îranê hat kirin û çawîşek pispor birîndar bû.    Hat dest nîşan kir ku li navçeya Başan a Îdirê bi roketê êrîşî Qereqola Sînor a Kûrtomer a ser sînorê Tirkiye û Îranê hat kirin. Hat diyar kirin ku di êrîşê de çawîşek pispor birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.    Hat zanîn ku piştî êrîşê li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin.