Li Girtîgeha Kirikkale name li girtiyan qedexe kirin 2019-01-01 14:29:52   ÊLIH - Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale ji ber ku cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn, name li girtiyan qedexe kirin.    Çalakiyên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên bêdawî û 10 roj dorveger ku di 27'ê Mijdarê de dest pê kiribûn didome. Dîsa çalakiyên bêdorveger yên di 16'ê kanûnê de dest pê kiribûn jî li 24 girtîgehan berdewam dikin. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi heman armancê jî di roja 55'an de berdewam dike. Li Girtîgeha tîpa F a Kirikkale jî girtî Îsa Îpeklî, Davut Onder, Kerem Îmrak, Sedat Alçiçek, Îsmet Akin û Emrah Obiç yên di 26'ê Kanûnê de dest bi çalakiya bê dawî û bêdorveger kirin çalakiya wan berdrewam dike. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirin diyar kirin ku ji ber çalakiyê rastî têkiliyê wan ên bi derve re hatine qutkirin û zextên li ser wan zêde kirine. Girtiyan anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê cezayê keyfî yê dîsîplînê li wan dibire. Girtiyan anîn ziman ku mafê wan ê nameyan ji destê wan girtine û name li wan qedexe kirine. Girtiyan da zanîn ku niha tenê bi riya telefonê dikarin mafê ragihandinê pêk bînin û hemû mafê wan ê din ji destê wan hatiye girtin. Girtiyan da zanîn ku hemû mafê wan ê civakî jî ji destê wan hatiye girtin.    Girtiyan xwest xedexeya nameyan bi dawî bibe û xwest parêzer wan ziyaret bikin.