Keştiyek di deryaya Şîleyê de noqî avê bû 2017-11-01 12:47:40 STENBOL - Li navçeya Şîleyê keştiya gemara hesin lê barkiri bû noqî avê bû. Ji 11 xebatkaran cenazeyên 4 kesan li pêravê xist. Keştiya kargo ya gemara hesin lê barkirî bû roja Înê Bendera Rorda Portê ya Keştiyan a li navçeya Gemlîka Bursayê veqetiya bû, li deryaya Şîleyê noqî avê bû. Hat diyarkirin ku ji 11 xebatkaran 4 jê cenazeyên wan li pêravê behrê dane.   Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê keştiya noqê avê bû de agahî da û ev tişt got: "Mixabin keştiyeke me duh bişev li bakurê Deryaya Reş noqî avê bûye. Lêgerîna 11 xebatkaran dewam dike. Înşallah em ê xwe bi silametî bigihînin xebatkaran. Ez careke din ji malbatên xebatkarên keştiyê re derbasiyê dixwazim. Înşallah dê lêgerîna rizgarkirinê bi silametî derbas bibe."