Girtiyên nexweş di danişîna dozê de jiyana xwe ji dest da 2018-12-29 12:08:34 MERDÎN - Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba, dema ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS'ê tevlî danişîna doza xwe ya li Mêrdînê bû de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.   Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba yê 70 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê dihat girtin, dema ku bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) duh beşdarî danişîna xwe ya Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Mêrdînê bû de krîza dil derbas kir. Akbaba yê 15 mehin girtibû, piştî krîza dil derbas kir, rakirin nexweş û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku Akbaba di 6'ê Kanûna 2017'an de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê hatibû kirin.   HATIBÛ SIRGÛN KIRIN    Îbrahîm AKbaba ku 15 salin girtî ye, 2 meh berê ji Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha tîpa F a Edirneyê kirin. Akbaba ku dema sewq kirin nexweş bû, tevî nexweyiyê bi maşîna rîngê 2 rojan xistin rê û di rêwîtiya 2 rojan de nexweşiya wî girantir bû.    PROTEZ BI KAR DIANÎ   Akbaba Sibata 2017'an hatibû girtin û di asta bilind de nexweşê diyabetê, dil û kataraktê bû. Akbaba di heman demê emeliyeta dil derbas kiribû û di sala 2015'an felç bû. Akbaba ji ber vê nedikarî destên xwe baş bi kar bîne û ji ber nexweşiya şekir jî lingekî wî hatibû jêkirin û protez bi kar di anî.    Cenazeyê Akbaba li navçeya Qoser a Mêrdînê hat definkirin.